Li bajarokê Celawla ya Xaneqînê li malekê di saetên siharê de şewat derket. Hat ragihandin ku di encama şewatê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan û dayika wan jî bi giranî birîndar bû.
Hate zanîn ku di dema şewatê de dayik û her 3 zarokên wê, di hundirê malê de bûn.

