Li gorî bîlançoya rojane ya Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê sihara şemiyê weşandî, Rûsyayê şeva îniyê 152 balafirên bêmirov şandin Ûkraynayê.
Parastina hewayî ya Ûkraynayê ji vane 124 îmha kirin yan jî bêbandor kirin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku heman şevê 598 balafirên bêmirov ên Ûkraynayê hatine îmhakirin yan jî bêbandorkirin.
Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku li herêma Samara ya Rûsyayê tesîseke girîng a girêdayî şîrketa feza û parastinê ya Rûs Roscosmos hate hedefgirtin.

