Rêxistina Bajarê Aydinê ya DEM Partiyê 3yemîn Kongreya Asayî li eywaneke dawetê ya li navçeya Efelerê pêk anî. Kongre, bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Parlamenterê Îzmîrê Îbrahîm Akin, hevserokên rêxistinên DEM Parti yên herêma Egeyê, nûnerên saziyên sivîl, rêveber û endamên partiyên siyasî hat pêkanîn. Li eywanan dawetê pankarta “Ji bo aştî û civaka demokratîk em xwe bi rêxistin dikin” hat vekirin û gelek caran dirûşma “Jin, jiyan,azadî” hat berzkirin.
‘FEDAKARÎ DÊ JI BO AVAKIRINA KOMAREKE DEMOKRATÎK ROLEKE GIRÎNG BE’
Destpêkê Serokê Bajêr ê Aydinê yê DEM Partiyê Husnu Taş axivî û got: “Em bawer dikin ku fedakarî û kevneşopiya piştevaniya ku em ê di vê serdema dîrokî de nîşan bidin, dê di avakirina komareke demokratîk û azad de roleke girîng bilîze. Ez pêşniyar dikim û bang li we dikim ku hûn li dora rêxistina DEM Partiyê bicivin. Ez têkoşîna bi rûmet a gelê Aydinê ji rabirdûyê heta roja îroyîn dizanim. Ji ber ku we hêz û piştgirî dan vê têkoşîna bi rûmet, li ser navê rêveberiyê ez spasiyên xwe yên bêdawî pêşkêşî we dikim.”
‘BILA KES NETIRSE Û DEST BIDE AŞTIYÊ’
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got ku tu welatên ku bi aştî jiyane, parçebûn çênebûne û got: “Di vê pêvajoya ku Birêz Ocalan daye destpêkirin de, heke Birêz Ocalan taahhûd kiribe, şer û pevçûn careke din dernakeve. Ev ne lîstoka zarokan e. Kurdan ev çend sal in li van axan dest dane aştiyê. Lê zilm jî dîtibe, li dijî zûlmê bi rûmet têkoşîna xwe dane. Ji ber vê yekê îro em bi hemû dilsoziya xwe, bi hemû baweriya xwe û bêyî ku tu siyasetekê tê de bikin, dest bidin aştiyê. Ji ber vê yekê bila xwişk û birayên me yên Tirk netirsin. Demokrasî dê bê.”
Kongre bi govendan bi dawî bû.

