Ofîsa çapemeniyê ya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê derbarê civîna lîjneya bilind a li ser bicîhanîna peymana ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de li Hewlêrê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, Lîjneya Bilind a Bicîhanîna Peymana Ewlehiyê ya Hevpar a di navbera Iraq û Îranê de li Hewlêrê civînek lidar xist. Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Ebûdî û Wezîrê Karên Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed beşdarî civînê bûn.
Li gor daxuyaniyê, lîjneyê şert û hûrgiliyên peymana ewlehiyê ya hevpar a di navbera Iraq û Îranê de, bi taybetî li ser misogerkirina ewlehiya sînor, pêşîgirtina qaçaxçîtiyê, û parastina ewlehî û aramiyê li seranserê Iraqê nîqaş kir.
Her wiha hate destnîşankirin ku di civînê de, di xalên ku di bendên peymanê de hatine bicîhkirin nirxandin û wiha hate gotin; “Lîjneya hevpar tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya têkilî û koordîneya hevpar di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir ku li gorî rênimayên fermandarê giştî yê hêzên çekdar li ser peymana ewlehiyê bi awayekî ku xizmeta berjewendî û serweriya Iraqê bike.”
Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Ebûdî ji bo ku bendên peymana ewlehiyê ya hevpar a di navbera Komara Iraqê û Îranê de bişopîne, îro danê sibê gihişt Hewlêrê.

