Cenazeyên Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn; Şevger Baz (Azad Sîdî), Rustem Kobanê (Hecî Xelîl), Watîn Firat (Israa Şalaş), Hawar Qendîl (Qendîl Mihemed), Nazlîcan Kobanê (Ezîza Hiso), Gerîla Amara (Amara Xelîl), Erdal Şahîn (Elî Casim), Berfîn Kobanê (Newroz Weys), Leyla Qasim (Hacire Abu Zer) ên ku di navbera 7-10‘ê Çileya îsal de di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûne, bi merasîmekê bi heybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya başûrê bajarê Kobanê hatin veşartin.
Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Kobanê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, hêzên leşkerî û ewlehiyê beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Desteya Gazî, Esîr û Şehîdan ya bajarê Kobanê Mistefa Êto axivî. Êto bal kişand ser rola şehîdan di avakirian civakeke demokratîk de û got: “ Bi îradeya xwe ya azad canê xwe diyarî gelê xwe dike. Ev şehîdên ku şahidiya berxwedaneke efsanewî kirin û tu carî serî li hemberî dagirkerî netewandin, îro bi saya wan em derbasî pêvajoya têkoşînê bûn û em ê têda armanc û daxwazên xwe jî pêk bînin.”
Dûra jî rêveberên bajarê Kobanê Rûken Ehmed axivî û wiha got: “Şervanên Ziyandan ku bûn efsane berxwedana bê hempa li hemberî êrişakên li ser Şêxmeqsû û Eşrefiyê raber kirin. Îro dilê bi hezaran dayîk ji bo van şehîdan şewitî. Lê ew şewat wê bibe wesîleya azadiya tevahî gelan. Ev in berxwedêrên Şêxmeqsûdê. Ev in Şervanên Ziyadan in, ger ne ji têkoşîna wan şehîdan bûna dibe ku komkujî li ser gel hatibana kirin û em tune bûne. Van şehîdan bi canê xwe bersiva êrişan dan.”
Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatine kirin. Cenazeyên wan bi dirûşme û tilîliyan veşartin.

