Bi Pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê de ji bo 49 cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku di dîrokên cuda de şehîd bûne, li Parka Koşuyoluyê ya Amedê taziye hate danîn. Taziye siharê saet 08.00’an destpê kir. Li ser maseyan portreyên şehîdan hate danîn.
Welatên tên taziyeyê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz dikin. Tê payîn ku di nava rojê de serdanên girseyî ji bo taziyeyê çêbibin.
Li navçeyên Rezan, Farqîn, Bismil û Xana Axparê yên Amedê jî taziye hatin danîn. Taziye wê rojan bidomin.

