Serdanên ji bo taziyeya şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li navçeya Artemêt a Wanê didomin. Ji bajarên Serhedê bi hezaran welatî çûn serdana taziyeyê. Ciwan jî bi rengekî girseyî beşdarî taziyeyê bûn.
Ciwanan heta qada taziyeyê meş lidar xistin. Meş bi posterê mezin ê Rêber Apo û dirûşmeyên “Ciwan fedayê Rêber Apo ne” û “Riya şehîd riya me PKK partiya me” hate lidarxistin. Di meşê de pankartên “Şehîd jinûve qezenckirina bi rûmet a jiyana hatî windakirin e” û “Ti kes nikare ji bo şehîdên PKK’ê bêje ‘mirin e’! Ew xwediyên rast ên tiştên hatine afirandin û jiyanê ne” hatin hildan.
Ciwan bi rengekî bi coş ketin qada taziyeyê, malbatên şehîdan ciwan pêşwazî kirin. Ciwanan ji malbatên şehîdan re sersaxî xwestin û diyar kirin ku ew ê xwedî li bîranîn û têkoşîna şehîdan derbikevin.
Bernameya bîranînê bi tevlîbûna bi hezaran didome.

