Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, derbarê windakirina bi zorê ya jineke Kurd a Rojhilatê Kurdistanê ya ji aliyê rejîma Îranê ve, raporek belav kir.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku di 11’ê Çileya 2026’an de, jineke Kurd a bi navê Sara Reşîdî ku temenê wê 33 sale û xelkê bajarokê Makû ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê ye, di dema xwepêşandanên dawî yên gelên Îranê de, li nêzîkî bajarê Kirmaşanê di nav wesayîtekê de ji aliyê hêzên îstîxbarata artêşa Pasdaran ve, bêyî biryara dadgehê û mafekî qanûnî hatiye girtin.
Hat eşkerekirin ku ev jina Kurd piştî girtina xwe, ber bi cihekî nediyar ve hatiye veguhestin ku di bin destê saziya ewlehiyê ya artêşa Pasdaran a li meydana neftê ya bajarê Kirmaşanê de ye. Ji wê rojê û heta niha tu agaiyek li ser çarenûsa wê nehatiye parvekirin.
Di raporê de tê gotin ku malbata vê jina Kurd di mehên borî de gelek caran serdana saziyên ewlehî û dadweriyê yên Kirmaşanê kirine, lê heta niha tu bersiveke zelal nedane wan. Ji ber ku zêdetirî heft mehin di bin windakirina bi zorê de ye, fikarên mezin li ser çarenûs û rewşa tendurustiya Sara Reşîdî hene û fikarên wan bi awayekî cidî zêde bûne.
Hêjayî gotinê ye di salên borî de, Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê windakirina bi zorê ya sê welatiyên din ên Kurd ên bi navên Idrîs Feqîhî, Nerîman Mame û Muhsîn Qadirî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li bajarên Bukan û Baneyê piştrast kiribû. Tevî derbasbûna salan di ser wan bûyeran re, heta niha tu agahiyek li ser çarenûsa van welatiyan nehatiye bidestxistin.

