Bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşê Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin e re (MEBYA-DER) a Colemêrgê ji bo şehîda Tevgera Azadiya Kurd Bêrîvan Askan (Axîn Awent) a ku 22’yê Hezîrana 2018’an şehîd bû li gundê Sûmanê yê navenda Colemêrgê sersaxî hate danîn. Endamên MEBYA-DER, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, parlementerên DEM Partiyê, rêveberên DEM Partî û DBPê û gelek welatî tev li sersaxiyê bûn. Sersaxî bi rêzgirtin û dirûşma “Şehîd namirin” dest pê kir.
Dûre Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî û diyar kir ku ew ê berdêlên gelê Kurd dane bi aştiyê tacîdar bikin. Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku îro şehadeta bi sedan kesan hat eşkerekirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Em ji dil bawer dikin ku her canê dikeve ser axê, rûmeta gelê kurd û hemû hêzên demokrasiyê ye. Ne tenê li Rojhilata Navîn, li çar aliyên cîhanê bi hevgirtina xwe, bi berdêlên ku daye û bi şehadetan bûye gelekî wisa ku êdî hemû cîhan wî nas dike. Destkeftiyên li Rojava, destkeftiyên li herêmê û niha jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi rê ve dibe, hemû encama van berdêlên hatine dayîn in. Niha em bi vê banga Birêz Ocalan re di pêvajoyeke nû de ne û di vê pêvajoyê de hêviya me ya herî mezin ew e ku em aştiyeke bi rûmet li vê erdnîgariyê ava bikin. Divê em bizanin ku heke îro li Îmraliyê maseyek hatibe danîn, encama têkoşîna rêxistinkirî ya van şehîdan e. Em hêvî dikin ku em ê li vê erdnîgariyê bi hev re bi aştiyeke birûmet tacîdar bikin.”
Di şînê de birayê şehîd Bêrîvan Aşkan Berzan Aşkan anî ziman ku rêya şehîdan rêya wan e û ew ê daxwazên şehîda pêk bînin. Berzan Aşkan da zanîn ku ew jî qasî 10 salan zindanê de maye û destnîşan kir ku dîsa çi ji destê wî bê ew ê bike. Berzan Aşkan sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest û axaftina xwe bi dawî kir.
Wê se4saxiya şehîd Bêrîvan Aşkan 3 rojan bidome.

