Yekşem, 29 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Riza Karaman: Em alîgirê aştiya mezin in

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê meclisên tenduristiyê yên alternatîf bên avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyê nexweş Hasan Turgay Taş bang hate kirin: Divê were berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Roboskî: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê tavilê rapora teyîd-tespîtê were eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Dayika her şoreşê jinek e, ku ronahiyê diafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû daxuyaniyek hevpar dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    CÎK: Destkeftiyên Başûrê Kurdistanê nirxê hevpar a tevahiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK komîteyeke hevpar ava dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna YNK û PDK’ê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna rûspiyan de banga ‘yekîtiya neteweyî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogullari: Em nikarin bêyî ku jin li ser maseya biryardanê bin pêş ve biçin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hingî ku jin xurt bibe desthilatdarî jê ditirse

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî tundiyê û mirinên bi guman eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Saliha Ayata: Huner ji bo jinên Kurd qada herî mezin a têkoşîn û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Kongra Star: Statuya Kurdî ne mijara muzakereyê ye
Rojava

Kongra Star: Statuya Kurdî ne mijara muzakereyê ye

Kongra Star têkildarî nîqaşên li ser statuya zimanê Kurdî ya li Sûriyeyê daxuyanî da û diyar kir ku ew sînorkirina perwerdeya bi Kurdî qebûl nakin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tebax 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî polîtîkayên sînorkirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî da. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî tevlîkirina Kurdî ya di nava mûfredatê de wekî “zimanê neteweyî” gavekî girîng e, sînorkirina wê ya bi sê-çar saetan a di hefteyê de yan jî veguherandina wê ji bo dersa hilbijartî, tu carî nayê qebûlkirin.

Li Rojavayê Kurdistanê gel, jin û saziyên civaka sivîl li hemberî hewldanên sînorkirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî ya di nava mûfredatê de, rabûn ser piyan. Gel û pêkhateyên herêmê balê dikişînin ser wê yekê ku perwerdehiya bi zimanê dayîkê mafekî bingehîn e û tu carî nayê qebûlkirin ku bibe qurbaniyê bazarên siyasî.

Kongra Star bibîr xist ku gelê Kurd bi salan di bin siyaseta înkar û asîmîlasyona rejîma berê de maye, bi serjimêriya 1962’yan a Hesekê bi hezaran Kurd ji hemwelatîbûnê hatine derxistin û nasname û çanda wan hatiye tepeserkirin. Kongra Star diyar kir ku Şoreşa Rojava ev înkara dîrokî vegerandiye û ji sala 2012’an ve perwerdehiya bi zimanê dayîkê bûye beşeke bingehîn a jiyana rojane.

Kongra Star, bal kişand ser bandora neyînî ya vê sînorkirinê ya li ser zarokan û ev tişt anîn ziman: “Ji zarokekî ku salan bi zimanê xwe fêr bûye, ji nişka ve zimanê wî di hefteyê de bi tenê çend saetan were sînorkirin, ev dikare li ser berdewamiya perwerdehiyê û ewlehiya wî ya psîkolojîk bandor bike.”

Her wiha Kongra Star destnîşan kir ku rola jinan di parastin û veguhestina zimanê dayîkê ji nifşekî bo nifşê din de pir girîng e û sînorkirina Kurdî her wiha destwerdanek e di bîranîna civakî de ku jinan ew hilgirtine.

Di berdewama daxuyaniyê de hate tekezkirin ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û pirreng, divê nasname û zimanê gelê Kurd bê naskirin û ev tişt lê hatin zêdekirin: “Entegrasyona rastîn ne devjêberdana nasnameyan e; ew avakirina jiyaneke hevpar e ji aliyê nasnameyên wekhev ve ye. Yekîtî divê li ser bingeha wekheviyê û îradeya azad a gelan be.”

Kongra Star daxwazên xwe bi van xalan rêz kirin: “Kurdî divê bêyî şert û merc bibe zimanê xwedî statuya destûrî û fermî. Li herêmên ku Kurd lê dijîn, divê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bi tevahî were garantîkirin. Divê zarok hemû mûfredatê bi zimanê dayîkê fêr bibin.”

Di dawiya daxuyaniyê de banga têkoşînê li hemû jinan hat kirin û hate tekezkirin ku ew ê tu carî dev ji zimanê dayîkê û destkeftiyên xwe bernedin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rûsya li dijî binesaziya enerjiyê ya Ûkraynayê amadekariya êrîşê dike
Nûçeya Pişt re KCK’ê ji bo Mehdî Zana peyama sersaxiyê da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

2 girtî piştî 31 salan hatin berdan

Girtî Sînan Sutpak û Adnan Ozbay piştî 31 salan hatin berdan. Girtî bêyî ku agahî…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên ciwan ên Şengalê: Em ê bibin dengê xweparastinê

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de peyam dan ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê êrîşên faşîzmê yên li ser jinan qebûl nekin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, êrîşa organîze ya ku di trîbûnan de li dijî Leyla…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Rojava îradeya li ser rêya koçberiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Dayika her şoreşê jinek e, ku ronahiyê diafirîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Riza Karaman: Em alîgirê aştiya mezin in

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şervanê Lîwaya Hesekê Raman Hesekê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?