Yekşem, 29 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê di roja 13’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş pêşniyara çareseriyê ya 7 xalî pêşkêş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pakistanê leşker şand Erebistana Siûdî, Husiyan gef xwar!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 14 sendîkayên ser bi DÎSK’ê li Kartalê mîtînga karkeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal Aslan: Azadiya girtiyan dikin mijara bazarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çelik: Meseleya Kurd bi gihîştina hev a herdu aliyan çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Dayika her şoreşê jinek e, ku ronahiyê diafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû daxuyaniyek hevpar dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    CÎK: Destkeftiyên Başûrê Kurdistanê nirxê hevpar a tevahiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK komîteyeke hevpar ava dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna YNK û PDK’ê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna rûspiyan de banga ‘yekîtiya neteweyî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogullari: Em nikarin bêyî ku jin li ser maseya biryardanê bin pêş ve biçin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hingî ku jin xurt bibe desthilatdarî jê ditirse

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî tundiyê û mirinên bi guman eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera Mîrza: Çîroka bawerî, hêvî û berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Xwedîderketina li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê erka me hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saliha Ayata: Huner ji bo jinên Kurd qada herî mezin a têkoşîn û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji mînakên cîhanê hevdîtinên aştiyê û kêmaniyên wan: Nimûneya ÎRA-ETA – I
Rojane

Ji mînakên cîhanê hevdîtinên aştiyê û kêmaniyên wan: Nimûneya ÎRA-ETA – I

Hevdîtinên di navbera Tevgera Azadiya Kurd û dewleta Tirk de kete qonaxek nû, rexneyên ku pêvajoyê hêdî dimeşe mînakên li cîhanê mînakên çareseriyê pêvçûnan bi bîr xist. Hevdîtinên di navbera ÎRA û îngiltereyê de 32 sal dewam kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Tebax 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Hevdîtinên di navbera Tevgera Azadiya Kurd û dewleta Tirk de ketine sala duyemîn. Di vê pêvajoyê de, bi hewldanên Rêber Apo, dewleta Tirk gavên nû avêt û pêvajo kete qonaxek din. Ji destpêka Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve, pêvajoyên çareserkirina pevçûnên li gelek deverên cîhanê wekî mînak hatine nîşandan û hewl hatiye dayîn ku pêvajoya di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurd de bi van mînakan were fêmkirin.

Lê Tevgera Azadiya Kurd û Rêber Apo ji destpêka pêvajoyê ve bi awayekî cuda birêve birin mînakên cîhanê pir derbas bûne, ji bo gelê Kurd cihê xwe di nav gelên cîhanê de bigire bi sebr gav avêtin.

Di nav mînakên cîhanê yên tê axaftin de li Spanyayê ETA, li Îngiltereyê ÎRA, li Kolombiyayê FARC û li Meksîkayê EZLN hene. Bi rastî di nava van mînakan de aliyên ku hevpar balê dikşînin hene. Hevdîtinên piştî seedema pevçûnan pêş ketin û pêvajoya piştî wê nebûn serketinek tevahî an serketinek. Encamên her çar mênakan  bi rastî ji serdema ku hevdîtin pêk dihatin ne gelekî wêdetir bûn, gelelîli pişt wê bûn.

MÎNAKÊN SPANYA Û ETA’YÊ

ETA ya ku ji bo rizgarkirina Welatê Bask a di bin mêtingeriya Spanyayê hat damezrandin, bi taybetî di têkoşînên rizgariya neteweyî û tevgerên sosyalîst ên salên 1970’an debi bandor bû û li ser bingeha sosyalîzma reel bi armanca avakirina netewe-dewleta sosyalîzmê  derket holê. Di vê pêvajoyê de ETA li dijî hikûmetên Spanya û Fransayê gelek êrîşên çekdarî û bombeyî pêk anîn.

Hevdîtinên yekem ên di navbera ETA û Spanyayê de di sala 1989’an de li Cezayîr a ku dibin mêtingeriya Fransayê de bû pêk hatin, lê van h3vf,tinan de ti encam derneketin. Di vê pêvajoyê de hikûmeta Spanyayê jibo paşxsitin û piştgiriya gel a bi re ETA’yê re qels bike tevî ku ji Fransa û hêzên paramîlîter alîkarî girt jî, hişt ku hevdîtin veşartî berdewam bikin.

Piştî van hevdîtinan, ETA di sala 1998’an de agirbest ragihand. Pêvajoyê agirbestê demek dirêj bi awayekî parçekirî berdewam kir jî, ETA di 20’ê Cotmeha 2011’an de ragihan ku dawî li têkoşîna çekdarî aniye.

ETA bêyî ku ti destkeftiyek bi dest bixe têkoşîna çekdarî bi dawî kir û piştre di 11’ê Nîsana 2018’an de fesixkirina xwe ragihand, di rastiyê de encama polîtîkayên wê yên xelet û windakirina piştgiriya ji gelê Bask bû.

Rêxistina ku di 31’ê Tîrmeha sala 1959’an de hatibû avakirin û armanca wê şerekî demdirêj ê rizgariya neteweyî bû, destûra bingehîn a Spanyayê ya di sala 1978’an de hatibû derxistin û xweserî dida herêman qebûl nekir û bi vê yek re ji şaşiyên xwe yên herî mezin kir. Tevî ku di çarçoveya xweseriya ji bo Herêma Baskê de mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û rêveberiya xweser hebû jî, ETA’yê ragihand ku ew vê rêziknameyê nas nake. Lê dîsa jî, gelê Baskê tevî helwesta ETA’yê pişgiriya Destûra Bingehîn a Spanyayê kir.

Qebûlnekirina xweseriya hatî dayîn û domandina têkoşînê ya bi armanca avakirina netew-dewlet ji aliyê ETA’yê ve, bi derbasbûna demê re bû sedema kêmbûna pişgiriya gel. Bi taybetî çalakiyên ku berî berdana têkoşîna çekdarî pêk anîn, berteka di nav gelê Baskê de zêde kir. Meşên ku bi dirûşma “Êdî bes e”(Basta ya) hatin lidarxistin, nîşan dan ku ETA’yê pişgiriya gel bi rêjeyeke mezin winda kir.

Di vê pêvajoyê de hikûmeta Spanyayê bi politîkayên şerê taybet re berê xwe da qutbûna peywendiya di navbera ETA û gel de. ETA’yê jî tevî ku ev rewş didît, li cihê guherandina politîkayên xwe, di nava xwe de ket nava şerekî navxweyî. Ev rewş, pêvajoya ku rê li ber dawîbûna rêxistinê vekir, leztir kir.

Piştî ku ETA’yê xwe fesix kir jî, ji ber ku dest ji armanc û stratejiya xwe berneda, pêvajoyeke nû ya geşedanê derneket holê. ETA ji ber pêvajoya ku pêş diket bi rengekî rast nexwend, bedela wê bi xwe fesixkirinê da.

DANÛSTANDINÊN ÎRA Û ÎNGÎLTEREYÊ

Têkoşîna serxwebûnê ya li Îrlandayê, bi qasî dîroka rêveberiya mêtinger a Îngîltereyê ya li ser wî welatî kevn e. Serhildanên yekem ên birêxistinkirî di sala 1848’an de bi avakirina Biratiya Komarparêz a Îrlandayê (ÎRB) re dest pê kirin. Di salên piştre de çalakiyên li dijî Îngîltere û alîgirên mêtingeriyê berdewam kirin. ÎRB’yê di navbera salên 1870-1916’an de gelek çalakî pêk anîn. Vê têkoşînê ji gelê Îrlandayê pişgirî dît. Sinn Féin a ku di sala 1905’an de hatibû avakirin jî di hilbijartinên sala 1918’an de bi girtina ji sedî 46,9’ê dengan bû nûnerê qanûnî yê gelê Îrlandayê.

Li gorî qeydên Teşkilata Polîsan a Îrlandaya Bakur, ÎRA’yê di navbera salên 1969-2000’î de 35 hezar û 798 çalakî, 21 hezar û 49 talanên çekdarî û 15 hezar û 51 êrîşên bi bombeyan pêk anîn. Di pevçûnên di navbera ÎRA û Îngîltereyê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan.

Danûstandinên yekem ên di navbera ÎRA û Îngîltereyê de di sala 1972’an de dest pê kirin û bi navber berdewam kirin. Çalakî û xebatên birêxistinkirinê yên ÎRA’yê pişgiriya gel a li Îrlandayê bêhtir bi hêz kir. Di sala 1994’an de piştî hevdîtina Serokê DYE’yê Bill Clinton a bi rêberê Sinn Féin Gerry Adams re, ÎRA’yê di 31’ê Tebaxa 1994’an de agirbest ragihand.

Di dema Tony Blair de, di sala 1997’an de danûstandin hatin zêdekirin. Di sala 1998’an de “Peymana Îniya Bixêr” hat îmzakirin. ÎRA’yê piştî vê peymanê ragihand ku wan çekên xwe danîne. Îngîltereyê jî girtiyên Îrlandayî serbest berdan. Li Îrlandaya Bakur pergala rêveberiya herêmî hat sepandin û hat qebûlkirin ku biryar li ser pejirandina piraniya gel bêne girtin.

Îro li Îrlandayê hin jî komên çekdar hebûna xwe diparêzin. Ji van koman ên herî navdar xwe wek “ÎRA ya Rastî” binav kirine. Tevî ku di encama danûstandinên di navbera ÎRA û Îngîltereyê de hin destkeftî hatin bidestxistin jî, ÎRA’yê nekarî di cihê sosyalîzma netew-dewlet de paradîgmayeke nû bişopîne. ÎRA ya ku têkoşîna xwe di zemînê qanûnî de domand, bi derbasbûna demê re beşek ji pişgiriya gel winda kir.

Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên ÎRA’yê di pêvajoya çekberdanê de rû da. Di nav rêxistinê de yekitiya ramanê ya tam çênebû. Ji ber vê yekê di dema danûstandinên aştiyê de hin endam ji ÎRA’yê veqetiyan û rêxistinên nû ava kirin, hinan jî danîna çekan red kir. Ji ber ku ÎRA’yê nekarî ji bo dema nû sîstemeke nû ya ramanê pêş bixe, nekarî bersiveke têrker bide pirsên ku ji aliyê şervan, kadro û gel ve dihatin pirsîn.

Îro Îrlandaya Bakur bi sîstemeke li ser bingeha rêveberiya herêmî tê birêvebirin. Lê belê Sinn Féin a ku nekarî xeteke polîtîk a rast diyar bike bike, li Îrlandayê wergirtina pişgiriya ji sedî 27’ê ya gel berdewam dike. Berevajî ETA’yê, ÎRA piştî danûstandinên aştiyê û çekberdanê li cihê têkçûn an jî binkeftinê, veguherî tevgereke siyasî ya bi hêz.

Sibe: Mînakên wek FARC-EZLN’ê û pêvajoya ku PKK’ê dimeşîne

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Rojava geşedanên ku wê statuya mayînde ji bo Kurdî bidin qezenckirin
Nûçeya Pişt re 1’ê Îlonê û dema nû ya aştiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kongra Star bang li hemû rêxistinên jinên Sûriyeyê kir

Meclisa Kongra Star bang li hemû rêxistinên jinên Sûriyeyê kir û got, “Werin em bi…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê pergala Îmraliyê were hilweşandin û Rêber Apo azad bibe’

Endama Konseya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsûf, peyama hevgirtinê ji bo meşa jinan a doh…

Ji aliyê Stêrk TV

Pervîn Bûldan serdana Demîrtaş û Mizrakli kir

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan li Girtîgeha Edîrneyê serdana Selahattîn Demîrtaş û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Nobeta li ber Wezareta Edaletê di roja 13’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş pêşniyara çareseriyê ya 7 xalî pêşkêş kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pakistanê leşker şand Erebistana Siûdî, Husiyan gef xwar!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji 14 sendîkayên ser bi DÎSK’ê li Kartalê mîtînga karkeran

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?