Komîteya Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî astengiyên hikumeta demkî ya Şamê ya li ser perwerdeya bi zimanê dayikê ya li Rojava û berxwedana gelê Rojava daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku her roj bi sed hezaran Rojavayî li qadan bi daxwaza mafên xwe çalakiyan dikin û ew jî piştgiriya van çalakiyên mafdar dikin.
KNK’ê bi bîr xist ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî û jêneveger e û ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê xwest, ku tavilê dest ji sekn û êrişên antî-demokratîk ên li ser perwerdeya bi zimanê dayikê berde û vî mafê xwezayî û mafdar nas bike.
Di daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyên li çar aliyên Kurdistanê, dîasporayê û rêxistinên navneteweyî û mirovî hate kirin ku piştgiriyê bidin doz û têkoşîna gelê Rojava.
Bi dewamî hate gotin, “Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî jêneveger e û gelên Rojava heta vê daxwaza xwe bi serketinê tacîdar bike wê têkoşîna xwe dewam bike.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate xwestin ku perwerdeya bi zimanê dayikê bi qanûnî bê pejirandin.

