Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêdiyê li pêşiya navenda xwe ya li bajar daxuyaniyek da. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla endamê meclisê Îbrahîm Hesen ve û bi zimanê erebî ji hêla endama meclisê Dîlber Mihemed ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Tawana hovane ya li dijî şehîdê qehreman Sîpan hate kirin, sûcek e û xedariyeke nemirovane ye li dijî leşkerekî ji bo parastina ewlehiya civakê, astengkirina qaçaxçitiyê li ser erka xwe ya pîroz bû. Ew ne di pey dijminatiya kesane de bû, armanca wî tenê sepandina qanûnê bû.
Veşartina vê tawana xedar di bin navê “tola eşîrî” de, tenê hewldaneke erzan a ji bo rewakirina kuştinê ye, nemaze ku ev doz berê bi destê rûspî û şêxên herêmê hatibû çareserkirin û rûpela wê hatibû girtin. Vegera li mentiq û qanûna çolê û nezaniyê, nemirovî ye û em ê bi tu awayî li beramberî vê bê deng nemînin!
Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan ku şehîd Sîpan ji malbateke têkoșer e û berê jî di rêya vê doze de șehîd dane, em vî zimanê tolhildanê bi tundî red dikin. Em hişyarî didin ku heke ev tawan bê ceza bimîne, dê derî ji alozî û şerê navxweyî re vebe, ev yek jî dê aramiya civakî bixe nav xetereyê.
Li ser vê yekê, em bang li saziyên ewlehî û dadweriyê dikin ku bi lez mudaxele bikin, kujeran bigirin û bi destê giran li her kesê ku dixwaze fitneyê derbixe bidin. Her wiha em bang li hemû şêx û rûspiyan dikin ku axaftinên alozkirinê rawestînin. Xwîna șehîdên me ji bo serdestiya tevltheviyê nehatiye rijandin, lê ji bo ku civak di bin siya edalet û qanûnê de bijî hatiye rijandin.
Bûyerên ku îro li Kobanê diqewimin, bi taybet bûyera girtigehê ya ku bû sedema mirina mirovan, kiryarên plankirî û bi zanebûn bûn; ev kiryar bi giranî ji aliyê derdorên îstîxbaratî yên bi piştgiriya Tirkiyeyê ve têne birêvebirin, bi armanca têkbirina pêvajoya yekbûnê ye. Divê em wekî gelê xwe bi awayekî rêxistinkirî tev bigerin da ku nekevin kemînên “şerê taybet”.
Werin em hemû sûriyeyî mîrateya şehidan biparêzin û welatekî ku hemû pêkhateyên civakê dihewîne, ava bikin.”

