Festîvala Çanda Kurdî ya Aquitaine ya ku îsal cara yekem li bajarê Bordeauxê yê Fransayê hat lidarxistin, çanda Kurdî ya li qadên cuda anîn cem hev. Di festîvalê de bi xebatên muzîk, folklor, performansên dengbêjiyê û jinan re ji bo zarokan şahî hatin lidarxistin. Festîval bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.
Di festîvalê de xwarinên Kurdî û cil û bergên netewey yên Kurdî hatin pêşandan.Standên ku ji aliyê rêxistin û komînên cuda ve hatibûn danîn jî bala beşdaran kişandin.
‘STANDA KOOPERATÎFA JINAN BAL KIŞAND’
Yek ji qadên ku herî zêde bal kişand, standa ku ji aliyê Kooperatîfa Jinan a Bordeauxê ve hatibû danîn bû. Di standê de ji bo ku jin di aliyê aborî û civakî bi hêz bibin û xebatên rêxistinkirina jiyana komînal û pêşxistina azadiya jinan hatin pêşkşêşkirin.
Xebatên jinan ên li ser hilberîna kolektîf û hevgirtinê li standê hatin pêşkêşkirin û têkildarî rêxistinkirina jinan de jî agahî hatin dayîn.
LI KONÊ DENGBÊJAN STRANÊN KURDÎ BLIND BÛN
Dengbêjî hêmaneke girîng a çanda devkî ya Kurdî ye, li festîvalê di qadeke taybet de hat jiyandin. Konê denbêjiyê rastî eleqeyeke mezin hat.
Di konê ku stranên Kurdî hatin gotin de, beşdaran derfeta guhdarkirina klamên dengbêjiyê dîtin.
Di bernameya festîvalê de zarok jî nehatin jibîrkirin. Ji bo zarokan pêşnadanên sêhrbazî û balonan hatin lidarxistin. Her wiha ji bo zarokan şahiyên cûrbecûr hatin lidarxistin.
PEYAMA RÊBER APO HAT XWENDIN
Di çarçoveya festîvalê de, peyama Rêber Apo ji beşaran re hat xwendin. Piştî xwendina peyamê, bername bi şahiyên çandî û hunerî berdewam kir.
Siyasetmedar Îdrîs Baluken di festîvalê de axivî û nêrînên xwe yên derbarê pirsgirêka Kurd û geşedanên siyasî yên li herêmê bi beşdaran re parve kir.
KOMA SOLEN Û KOMA AMED DERKETIN SER DIKÊ
Di çarçoveya bernameya çand û hunerê ya festîvalê de Koma Solen derket ser dikê. Koma folklorê ya ji Marsîlyayê hatibû lîstikên gel pêşkêş kirin. Beşdaran bi çepikan pêşkêşiya folklorê pêşwazî kirin.
Piştre Koma Amed derket ser dikê û bi staranên xwe beşdaran coşandin.
Festîvala ku qadên cûrbecûr ên çanda Kurdî anî gel hev bi muzîk, folklor, dengbêjî, xebatên jinan, xwarinên kevneşopî û çalakiyên çandî yên cûrbecûr berdewam kir.

