Sibeha 12’ê Îlonê saet di 02:00 de li girtîgeha Kobanê şewatek rû da û di encamê de 9 kes şehîd bûn. Îro jî li bajarê Kobanê ji bo wan şehîdan 2 rojan şîn hate ragihandin.
Li seranserê bajarê Kobanê bi taybetî li sûka navendî dikan û cihên bazirganiyê weke nîşaneya rêzgirtinê û şîna ji bo giyana şehîdan, hemû hatin girtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku kar li tevahî bajêr hatiye sekinandin û hemû kolanên Kobanê ji ber şînê vala ne.
Di heman demê de ku hatibû ragihandin îro merasîma 9 şehîdan e, lê ji ber şînê hat taloqkirin û wê 14’ê Îlonê pêk were.

