Îsmaîl Mihemed Elî, bi bîr xist ku bi krîza li Sûriyeyê di sala 2011’an de dest pê kir re Kurdan biryar girt ku bajar û qadên xwe yên jiyanê biparêzin û got ku berxwedana Kobanê jî encama vê fikrê ye.
Elî ku tevî çar zarokên xwe beşdarî berxwedana Kobanê bûye, anî ziman ku têkoşîn li dijî tu gel an civakê nehatiye meşandin û got: “Em ne li dijî tu kesî bûn. Ji bo me xeta sêyemîn xeta bingehîn bû û me li gorî wê gav avêt.”
‘LI KOBANÊ ME BIRYARA BERXWEDANÊ DA’
Elî diyar kir ku wan di dema bihurî de jî şahidî ji şer û berxwedanên li herêmên Kurdan re kirine û got ew beşdarî parastina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bûne.
Elî got, “Em xwediyê vê şoreşê ne û em ê wê biparêzin” û diyar kir ku wan li Kobanê jî bi heman têgihiştinê biryara berxwedanê dane. Elî, destnîşan kir ku wan li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şahidî ji berxwedana gel û şervanan re kirine û got ku tiştên qewimîn ji bo têkoşîna li Kobanê jî bûye tecrûbe.
‘EV ŞER ŞERÊ HEBÛN Û TUNEBÛNÊ BÛ’
Îsmaîl Mihemed Elî, bi bîr xist ku êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê di 15’ê Îlonê de dest pê kirine û diyar kir ku bajar ji sê aliyan ve hatibû dorpêçkirin. Elî, da zanîn ku plana li ser Kobanê ne tenê ji êrîşên DAÎŞ’ê pêk dihat û got ku hêzên cuda jî di vê pêvajoyê de rol lîstine.
Elî got: “Plana wan ketina Kobanê bû. Kobanê di nav dorpêçeke pir giran de bû. Di 15’ê Îlonê de êrîş dest pê kirin û ji sê aliyan ve êrîşî bajar kirin. Ev şer, şerê hebûn û tunebûnê bû” û bal kişand ku îmkanên di destê wan de pir kêm bûn.
Elî diyar kir ku DAÎŞ’ê bi çekên giran êrîş dikir, lê wan bixwe bi çekên ferdî û sivik parastin dikir û tevî vê yekê jî dest ji berxwedanê bernedan.
‘DI DESTÊ ME DE TENÊ ÇEK Û ÎRADEYEKE XURT HEBÛ’
Elî anî zimên ku ji bo Kobanê nekve pir ciwanan jiyana xwe feda kirine û di dema berxwedanê de çalakiya fedaî jî hatine kirin. Elî wiha axivî: “Ji başûr, rojhilat û rojava ve êrîşên li ser Kobanê dest pê kirin. Gelek çalakiyên fedaî hatin kirin. Îmkanên me pir kêm bûn. Di destê me de tenê çekên me û îradeyeke me ya xurt hebû.”
Îsmaîl Mihemed Elî, diyar kir ku hêza herî girîng a berxwedana Kobanê, biryardariya şervanan û piştgiriya gel a ji bo berxwedanê bû.
TEVÎ ÇAR ZAROKÊN XWE DI NAVENDA ŞER DE BÛ
Elî, da zanîn ku di şert û mercên herî giran ên şer de tevî çar zarokên xwe li Kobanê bûye û birçîbûn, tîbûn û mirin bibûn parçeyekî jiyana rojane. Îsmaîl Mihemed Elî got: “Ez û zarokên xwe di nav şer de bûn. Bi komek mirovan re me li ber xwe dida. Birçîbûn, tîbûn û mirin li ber çavên me bû. Tevî vê yekê jî em pir bihêz bûn û rihê berxwedanê di nav me de hebû.”
Elî dema ku mercên dijwar ên şer vedigot bîranînek xwe jî parve kir û got ku rojê parîkek nanê ku dîtibûn bi temamî kifikî bibû, lê ji ber birçîbûnê wan dîsa jî ew nan di nav xwe de parve kir û xwariye.
Elî, spasiya gelê Bakurê Kurdistanê jî kir ku piştgirî dabûn berxwedana Kobanê.
‘DIJMIN DIGOT EW Ê KOBANÊ DI ÇEND SEATAN DE BÎNIN XWARÊ’
Elî diyar kir ku DAÎŞ’ê bawer dikir wê di demeke kurt de Kobanê bi dest bixe, lê ev yek pêk nehat û wiha domand: “Wan difikirî ku ew ê di nav çend seatan de Kobanê tune bikin. Bawer nedikirin ku ciwanên Kobanê dê wan li Kobanê rawestînin” û destnîşan kir ku berxwedanê 134 rojan dom kir.
Elî, diyar kir ku di vê pêvajoyê de ji çar parçeyên Kurdistanê Kurd berê xwe dan berxwedana Kobanê û got: “Heta dawiyê biryara me ev bû: Heke ji nav me kesek tenê jî bimîne em ê Kobanê bernedin. Me ev xet hilbijart û em heta dawiyê li ser vê xetê man.”
‘RIZGARKIRINA KOBANÊ MÎNA ROJEK CEJNÊ BÛ’
Elî, diyar kir ku di encama berxwedanê de Kobanê ji DAÎŞ’ê hat rizgarkirin û ev roj wekî cejnekê bi nav kir. Elî got: “Kobanê bi ser ket û hat rizgarkirin. Ciwanan ji bo hemû cîhanê şer kir û hemû cîhan ji DAÎŞ’ê rizgarkir” û destnîşan kir ku li pey Kobanê li herêmên mîna Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê jî li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn hat meşandin.
Îsmaîl Mihemed Elî, diyar kir ku di dema vê têkoşînê de gelê Ereb ê li herêmê dijî jî hat parastin û da zanîn ku berxwedana Kobanê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên cuda yên li herêmê jî tiştekî pir girîng bû.

