Di bîranîna ku ji aliyê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ve hat organîzekirin de malbata Şahîn, hevrêyên wê yên têkoşînê û gelek parêzvanên mafên mirovan amade bûn.
Di bîranînê de endama Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz axivî û anî ziman ku Guzel Şahîn di hemû jiyana xwe de piştgirî daye têkoşînên cuda yên mafan. Henîfe Yildiz, got ku ew ê têkoşîna dayikên ku ji nav wan koç kirine bidomînin.
Endama Dayikên Şemiyê Selvî Gulmez, jî da xuyakirin ku ew Guzel Şahîn bi bêrîkirin û hurmet bi bîr tînin.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku wan Guzel Şahîn “di nav têkoşînê de” nas kiriye û ew nûnera kevneşopiya têkoşînê ya ji Didar Şensoy hatî wergirtin e.
Keça Guzel Şahîn Meral Nergîs Şahîn, jî nameya ku xwişk-birayên wê yên neçar mane ji welat derkevin ji bo diya xwe nivîsandibûn xwend.
Di nameyê de hat gotin ku hezkirina mirovatiyê, piştevanî û feraseta têkoşînê ya Guzel Şahîn di nav malbat û hewirdora wê de dijî.
Di nameyê de ev peyam hat dayîn: “Em berpirsiyariya domandin, nûkirin û veguhastina nirxên wê yên bo nifşên nû hildigirin ser milê xwe. Bi baweriya ku wê têkoşîna mirovahiyê ya li dijî tarîtî, zilm û nedalaletê bi ser bikeve; em bîranîn û têkoşîna dayê Guzel di dilê xwe de hildigirin û hemû hevrê û dostên ku beşdarî vê çalakiya watedar bûne bi hurmetî silav dikin. Em dayê Guzel bi hezkirin, hurmet û bêrîkirinê bi bîr tînin. Em ê bi ser bikevin.”
Bîranîn bi belavkirina loqiman bi dawî bû.

