Hate îdîakirin ku îstîxbarata Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), welatên mîna Spanya, Fransa û Îtalyayê li hemberî operasyoneke gengaz a ÎHA’yan a Rûsyayê ku li dijî welatên NATO’yê yên li başûrê Ewropayê ye, hişyar kirine.
Rojnameya Spanî El Mundoyê diyar kir îstîxbarata DYE’yê agahiyên bi dest xistine bi gelek welatên Ewropayê re parve kirine. Di nûçeya rojnameyê de, agahî dispêre çavkaniyeke nediyar a nêzîkî Wezareta Parastinê ya Lîtvanyayê, çavkaniyên dîplomatîk û pisporên leşkerî.
Lê hê jî ev îdîa heta niha ji aliyê CIA’yê an jî welatên mîna Spanya, Fransa û Îtalyayê ve bi rengekî vekirî ji bo raya giştî nehatiye piştrastkirin.
Li gorî El Mundoyê, dibe ku Rûsya plan bike ku droneyên ji cureyê ‘Gerbera’ di konteynerên keştiyên bazirganî de veşêre, wan bi rêya Deryaya Navîn bişîne û ji deryayê ve bifirîne.
Tê ragihandin ku, dirêjahiya droneya behskirî nêzîkî 2 meytren e, firehiya baskên wê 2.5 meytre ye û giraniya wê jî heta 18 kîlogramî ye. Her wiha dikare bigihêje mesafeya nêzîkî 600 kîlomeytriyî.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku ev cureyên droneyan ên ku dikarin nêzîkî 4-5 kîlogram teqemenî hilgirin, li cihê ku binesaziyên mezin bi temamî wêran bikin, bêtir ji bo derxistina agir, û rawestandina bo demekî ya xebatên balafirgeh an jî benderan, têne nirxandin.
Li gorî nirxandinên ku El Mundoyê kirine, armanca êrîşeke gengaz dibe ku tenê zirardana fizîkî nebe. Tê îdîakirin ku armanca operasyoneke wiha ew be ku di raya giştî ya Ewropayê de tirsê bafirîne, piştgiriya ji bo Ûkraynayê qels bike û nakokiyên di nav bera NATO’yê de kûr bibe, ku encamên wiha yên siyasî û aborî biafirîne.
Di nûçê de, her wiha hat gotin ku Spanya, Fransa û Îtalya her sê welat jî di sala 2027’an de dê biçin hilbijartinan û hat diyarkirin ku ev yek wan welatan ji aliyê siyasî ve bi taybetî hessas dike.
FIKARÊN GEFÊN HÎBRÎD
Ev îdîa di pêvajoyeke welê de hat rojevê ku li Ewropayê fikarên li ser sabotaj û êrîşên hîbrîd ên gengaz ên bi çavkaniya Rûsyayê zêde bûne.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, hefteya borî diyar kiribû ku li Ewropayê gefên hîbrîd ên bi çavkaniya Rûsyayê zêde bûne û bang kiribû ku ji bo parastina binesaziyên krîtîk tedbîrên nû bêne girtin.
Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk, jî têkildarî dibe Rûsya êrîşên droneyan an jî fuzeyan li dijî welatên NATO’yê binirxîne, hişyarî kiribû.
Lê belê, derbarê cîbicîhbûna plana êrîşa droneyan a ji deryayê ve ku El Mundoyê li dijî Spanya, Fransa an jî Îtalyayê derxistiye holê de ti piştrastkirinek fermî nîne.

