Serokê DYE’yê Donald Trump, têkildarî hevdîtinên dîplomatîk ên bi Îranê re bersiva rojnamevanan da û diyar kir ku dibe ku Washington di navbera lihevkirinê û destpêkirina êrîşan de biryarekê bide.
Trump, li Qesra Spî axivî û got: “An em ê li wan bidin, an jî em ê lihev bikin.” Trump destnîşan kir ku dema biryarê nêzîk bûye.
TRUMP: KONTROLA TENGAVA HURMUZÊ DI DESTÊ ME DE YE!
Trump, îdîa kir ku “kontrola giştî” ya Tengava Hurmuzê di destê DYE’yê de ye û got ku ew herêmê bi rê ve dibin. Trump, di heman demê de anî ziman ku heke Îran hewl bide mayînan li tengavê deyne, dibe ku ev rewş biguhere.
Ev daxuyanî piştî Îranê ragihand ku ji bo vekirina Tengava Hurmuzê pêşniyareke DYE’yê wergirtiye hat. Tê gotin ku bi navbeynkariya Qeterê hevdîtinên nerasterast berdewam dikin, lê hîn pêşketineke girîng çênebûye.
ÎDÎAYA KU ŞANDEYA ÎRANÊ JI DYE’YÊ HATÎ DERXISTIN
Nûçeya Axiosê, îdîa kir ku Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio ji şandeya Îranê ya li New Yorkê re gotiye ku divê ji welat derkevin. Di nûçeyê de hat gotin ku şande ji dema destûrdayî zêdetir li DYE’yê maye.
Lê Nûnertiya Daimî ya Îranê ya li NY’yê ev îdîa red kir û got ku vegera wan li gorî bernameyê bûye û berê ji DYE’yê re hatibû ragihandin.
PENTAGON: ME ZIRAREKE MEZIN DA HÊZA LEŞKERÎ YA ÎRANÊ
Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Pete Hegseth, îdîa kir ku êrîşên wan zirareke mezin daye hêzên deryayî, hewayî û sîstemên parastina hewayî yên Îranê. Hegseth, her wiha got ku navendên fermandariyê, pîşesaziya leşkerî û armancên nukleerî yên Îranê jî hatine hedefgirtin.

