Li Yekîtiya Ewropayê bilindbûna buhayê mazotê berdewam dike, buhayê navînî yê serê lîtreyekê ji rekora hefteya borî derbas kir. Li gorî daneyên neteweyî, li seranserê YE’yê buhayê avî yê heftane bûye 2,24 euro. Li gel vê yekê li gorî hefteya borî serê lîtreyekê 1 cent zêde bûye.
Buhayê lîtreyeke mazotê li hin welatan ji 2,50 euroyan derbas bû. Li Danîmarka, Hollanda û Fînlandiyayê buhayê navînî ji 2,50 euroyan derba kir û li Elmanyayê jî gihîşt 2,44 euroyan. Her wiha li Îtalyayê jî buhayê mazotê di nava hefteyekê de 7 centan zêde bû û bû 2,35 euro.
Ji ber cudahiyên bacê yên di navbera welatan de buhayê mazotê gelekî diguherin. Bac, li seranserê YE’yê nêzîkî ji sedî 40 buhayê mazotê pêk tînin.
DI MEHA SIBATÊ DE 1,59 EURO BÛ
Li YE’yê meha Sibatê buhayê mazotê yê navînî 1,59 euro bû. Piştî geşedanên jeopolîtîk ên di demên dawiyê de bûn sedem ku di buhayê enerjî û petrolê de zêdebûneke mezin çêbibe.

