Şande ji aliyê rêveber û gaziyan ve bi germî hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de têkildarî rewşa herêmê û xebatên gaziyan nirxandin kirin.
Şandeya enternasyonal kêfxweşiya xwe ya dîtina bi gaziyên ji bo Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdêl dane anîn ziman.
Endamên şandeyê diyar kirin ku wê piştevaniya wan a bi gelê Kurd û hemû pêkhateyên azadîxwaz re bidome.
Gaziyan jî diyar kirin ku ew bi ziyareta şandeyê şad bûne û ji bo nirxên mirovatiyê yên bi Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bûne werin parastin û bibin malê hemû gelan wê têkoşîna xwe bidomînin.

