Zarokên şehîdên ji Amûdê, malbatên wan li dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî hînbûna zimanê Kurdî li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl çalakiyek li dar xist.
Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre xwendekar Feraşîn Îsa daxuyaniya zarokên şehîdan xwend. Di daxuyaniyê de perwerdehiya bi zimanê Kurdî tenê di hefteyê de 3 wane hat redkirin û hat destnîşan kir ku zarokên herêmê ji 14 salan ve bi zimanê Kurdî hîn dibin û gihaştine qonaxa zanîngehê.
Di daxuyaniyê de bang li aliyên eleqedar hat kirin ku ji nû ve perwerdehiya bi zimanê Kurdî wekî berê vegerînin, li ser naskirina ziman bi awayekî fermî di destûra Sûriyeyê de bixebitin. Her wiha hat gotin ku parastina zimanê nûnertiya parastina fedakariyên şehîdan dike.
Çalakî bi dirûşmên ku ew bi zimanê xwe ve girêdayî ne, “Bê Ziman Jiyan nabe” û”Zimanê Me Nasnameya Me ye” bi dawî bû.

