Hunermend Cesîm Başboga ji ber stranên ku di sala 2025’an de di Mîhrîcana Çand û Hunerê ya navçeya Tetwana Bedlîsê de strabû, doz lê hatibû vekirin.
Di doza ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” der barê Başboga de hatibû vekirin de stranên bi navê “Serhildan Jiyan e”, “Lê Amedê” û “Zana û Andok” ku di mîhrîcanê de gotibû wekî delîl hatin nîşandan.
Danişîna 2’yemîn a dozê ku îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê hat dîtin, dadgehê 10 meh cezayê girtîgehê li Başboga birî.
Başboga yê ku di danişînê de parastina xwe kir diyar kir ku di pêvajoya ku aştî tê nîqaşkirin de cezayên ku li hunermendên bi zimanê dayikê stranan dibêjin tên birîn zirarê dide pêvajoyê.

