Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi wesîleya Cejna Cimayê (Cejna Hecê) peyamek weşand.
Di peyamê de ev bone li Êzidiyên li Rojava û Şengalê û tevahiya herêmê hat pîrozkirin û hat hêvîkirin ku cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê ji bo tevahî civakê.
Di peyamê de girîngiya vê boneyê di parastina mîrate û nasnameya civaka Êzidî de hat vegotin û işaret bi rola jinan di parastina bîr, mîrate û çanda Êzidiyan hat kirin.
Cejna Cimayê ku li Laleşa Nûranî tê pîrozkirin yek ji boneyên olî yên civaka Êzidiyan e. Di vê boneyê de êzidiyên ji herêmên cuda li hev kom dibin, merasîmên olî pêk tînin û serdana mezaran dikin.
Merasîma cejnê ku hefteyekê dewam dike weke qadeke ji bo xurtkirina têkiliyên civakî û parastina mîrateya olî û çandî tê dîtin.

