Li gundê Aladana yê navçeya Hizan a Bedlîsê bi salane pirsgirêka rê dewam dike, ev yek dibe sedema nerazîbûna welatiyan.
Li Rêya Horozdere Grup xebatên rê ji aliyê komên Îdareya Taybet a Bedlîsê ve tên meşandin. Asfaltnekirina gundê Aladana ku piranî hilbijêrên DEM Partî lê dijîn, gelek pirsan bi xwe re tîne.
Parlamenterê DEM Partî yê Bedlîsê Huseyîn Olan ji ANF’ê re axivî û têkildarî partîzantiya AKP’ê ya li Bedlîs û seranserê Kurdistanê ev tişt got, “AKP êdî bûye dewleta partiyê, hemû derfetên dewletê li ser esasê berjewendiyên xwe bi kar tîne û têkildarî xizmetê li gorî kesên deng dane wî û deng nedane cihêkariyê dike.”
‘LI BEDLÎSÊ AKP RAZEMENIYÊ LI GUNDÊN KU HERÎ ZÊDE DENG DANE WÎ, DIKE’
Li navçeya Hizan a Bedlîsê di xebatên Rêya Horozdere Grup a ji aliyê Îdareya Taybet ve hatî destpêkirin de, nerazîbûn nîşanî neasfaltkirina rêya gundê Aladana hate dayîn ku piranî hilbijêrên DEM Partiyê lê dijîn. Komên Îdareya Taybet a Bedlîsê nêzî 300 kîlometreyê Rêya Horozdere Grup asflalt çêkir, lê belê rêya cihê ketina gundê Aladana bi rengê xak hate hiştin.
Şêniyên gundê Aladana hem bac dane dewletê hem jî ji xizmetê bêpar dimînin. Bi taybetî piştî her baranê ji ber ku wesayît nikarin bikevin gund, neçar dimînin ku 4 kîlometre rê bimeşin.
Zivistanê jî ji ber barîna berfa zêde jiyan disekine. Zarok nikarin biçin dibistanê, nexweş ji bo biçin nexweşxaneyê bi saetan li benda alîkariyê dimînin.
Parlamenterê DEM Partî yê Bedlîsê Huseyîn Olan ev pirsgirêka li gundê Aladana gelek caran li Meclîsê kir rojev.
Olan ragihand ku pirsgirêka rê ya li gundê Aladana di bin berpirsyariya Îdareya Taybet a Bedlîsê de ye û diyar kir ku xizmet li gorî tercîhên siyasî tê kirin.
Olan got, “Rêveberiya AKP’ê ya di Îdareya Taybet a Bajêr de li gorî serê xwe razemeniyê li gundên nêzî xwe, yên ku herî zêde jê re deng lê derdikevin dike. Me gelek caran anî ziman, lê ew helwestên xwe yên partîzaniyê didomînin.”
‘ENDAMEKÎ ME YÊ MECLÎSÊ GIRTIN, HEVSENGÎ XIRAB BÛ’
Olan diyar kir ku hevsengiyên siyasî yên di hilbijartinên Meclîsa Giştî ya Îdareya Taybet a Bedlîsê de bandorê li belavbûna xizmetê dikin û anî ziman ku li Meclîsa Giştî ya Bajêr hevsengiya endamtiyê ya 12-12 a navbera DEM Partî û AKP’ê beriya hilbijartinên komîsyon û serokatiya meclîsê ya 1’ê Nîsanê bi girtina endamekî DEM Partiyê ya bi hinceta “protestoyên Rojava”, xirab bû.
Olan diyar kir ku ev rewş bû sedem ku AKP hemû komîsyonan û serokatiyê bi dest bixe.
JI WALIYÊ BEDLÎSÊ BERSIVEKE WEKE ÎTÎRAFÊ
Huseyîn Olan diyar kir ku bi taybetî di demên dawîn de helwesta partîzan a AKP’ê zêdetir pê ve birine û ev yek anîn ziman:
“Parlamenterê Bedlîsê yê AKP’ê li gundên digere encamên hilbijartinan nîşan dide û dikere bibêje; ‘Karneya we baş nîne, ji ber wê yekê ji we re xizmet tune ye. We dengên xwe dabe kê bila ew ji we re xizmetê bikin.’ Bo nimûne 2 mehan beriya niha ez ji bo hevdîtinê çûm li ba Waliyê Bedlîsê Ahmet Karakaya. Dema ku min newekheviyên di warên belavkirina xizmetan, standina karî û îhaleyan de anî ziman, Walî Ahmet Karakaya ji min re got; ‘Yên deng dane me wê feydeyê bibînin. Em neçar in hilbijêrên xwe biparêzin.’ Dema ku min jê pirsî bê ka ew waliyê AKP’ê ye yan yê dewletê ye jimin re got; ‘Ez hem waliyê dewletê me hem jî yê AKP’ê. Bi awayekî xwezayî ez neçar im berjewendiyên partiyê biparêzim.’ Min jî jêre got ku ev nêzîkatî ji aliyê bêalîbûna saziyên dewletê ve nayê qebûlkirin. Tişta ku em jêre dibêjin dewleta partiyê ev e. AKP’ya ku weke dewleta partiyê tev digere, hemû derfetên dewletê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û di navbera kesên ku deng dane wan û nedane wan de cihêkariyê dike. Şaredariya Bedlîsê ya AKP’yî jî heman tiştan dike. Hemû îhaleyan dide alîgirên xwe. Bo nimûne ji sedî 25’ê îhaleyên Şaredariya Bedlîsê daye yek kesî.’’
‘LI HEMÛ KURDISTANÊ HEMAN PIRSGIRÊK HENE!’
Huseyîn Olan piştre da zanîn ku newekheviya di belavkirina xizmetê de û nêzîkatiya AKP’ê ya li hemberî alîgirên xwe bes ne li Bedlîsê hene li hemû Kurdistanê xwe nîşan dide û ev yek anîn ziman: ‘’Tevahiya gundên Kurdistanê bi heman pirsgirêkê re rû bi rû ne. Hemû walî û rêveberên Kurdistanê bi vî rengî ne. A niha desthilatdariya AKP’ê bi hinceta gendeliyê li hemberî Yenî Partiyê operasyonan li dar dixe lê belê ew bi xwe gendeliya herî mezin dikin. Weke DEM Partiyê bi qasî ji destê me tê, em vê reşê eşkere dikin û ji bo guhertina vê zîhniyetê em dixebitin. Em ê têk neçin, dev jê bernedin, qebûl nekin û hîn nebin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’

