Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CPT’ê rapora Tirkiyeyê: Li girtîgehan qelebalixiya zêde, zext û tecrîd heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di çalakiyên lîseyê de bikaranîna bombeyên deng bi demkî hate rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne
Rojane

DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî bi nûçegihanên parlamentê re civînek lidar xistin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî bi nûçegihanên parlamentê re di taştê de li hev rûniştin û bersiv dan pirsên têkildarî pêvajoyê. Piştî taştê di serî de Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku ew bi gelek krîzan re rû bi rû ne û wiha got: “Berdela van krîzan hemû gelen Tirkiyeyê dide. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan divê meclis nexşereyeke bide ber xwe. Qanûna çarçoveyî bi dengeke mezin di meclise de derbas bû. Ji bo sepandina qanûn di vê serdema nû ya qanûn danînê de bendewariya me heye.”

Sezaî Temellî jî bi lêv kir ku ew di serdemekê girîng de ne û ev tişt anîn ziman: “Ez hevî dikim dikarin hemû pirsên di heşa wê de bibersivînin.”

Piştî axaftinan rojnamevanan pirsên xwe pirsîn û civîna bi rojnamevanan re bi pirs û bersivan dewam kir. Gulistan Kiliç Koçyigit li ser pirsa rojnamevan a derbarê vegera endamên Tevgera Azadiyê wiha got: “Ji bo sepandina qanûn tespit û teyîta MGK’ê hewce ye. Ji bo wê takvîmeke diyar kirî di dest me de tune ye. Em hevî dikin qanûn demildest be sepandin. Birêz Cevdet Yilmaz re heyeta me tekildarî xebatên desteyê dan û standin kirin. Her wiha bi Serokê Meclise re jî li meclise.”

Gulistan Kiliç Koçyigit tekildarî şer û mercên Rêber Apo jî ev tişt gotin: “Birêz Ocalan bi awayekî stratejik û bi biryar vê pêvajoyê dinêrê. Şert û mercên birêz Ocalan bi her awayî dikarê bandor li ser pêvajoyê bike. Helbet bi awayekî koordîneyî dest bi xebatan bike dê bandor li ser lêzbûna pêvajoyê bike.”

Sezaî Temellî jî bi lêv kir ku gelek beşên civakê û partiyên siyasî dixwazin biçin Girava Îmraliyê û got: “Lê mixabin hê jî di vê derbarê de tu gav nehatinê avetin û tecrîda li giravê bi dawî nebûyê. Hê jî şert û mercên pêwist pêknehatinê. Li meclise qanûnek derket lê em hertiştî nikarin vê qanûnê bar bikin. Ji bo ew qanûn bikevê meriyetê divê wesayeta MGK’ê be derbas kirin. Ji bo wesayeta MGK’ê be derbas kirin divê meclis rol bigirê. Bendewariya me ya serekê li meclise û komisyona bê ava kirin ew e. Divê bi qanûnên nû piştgiriya vê qanûna çarçoveyî be kirin û derbasbûna xitimandinan jî bi siyasetê pêkan e. Meclis divê xwe di burokrasiya dewletê de teng neke û bibe zemîneke xurt a meclise.”

Gulistan Kiliç Koçyigit jî destnîşan kir ku divê Rêber Apo bikaribe bi rojnamevanan re hevdîtin bike û fikir û remanên wî bigehejin civakê û got: “Birêz Ocalan jî dixwazê bi rojnamevanan re hevdîtinê bike. Rojnamevan bikarin biçin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û fikir û remanên wî rastê rast bigihînin civakê wê bandoreke erênî li ser pêvajoyê bike. Ji bo wê jî serîledan bi Wezaretê Dadê re tên kirin. Gelek rojnamevanan jî serlêdan kirine. Divê demildest rojnamevan biçin Giravê û hevdîtinê bikarin bikin. Çûyina rojnamevan, akademisyen û rewşenbîran li giravê wê baweriya pêvajoyê jî xurt bike.”

Zezaî Temellî diyar kir ku ew dixwazin pêvajoyê ne tenê bi desthilatê re lê bi hemû beşên civakê re bi rê ve bibin û got: “Helbet nerîna me û desthilatê cuda ye. Çareseriya pirsgirêka Kurd di navenda demokratîkbûyina Tirkiyeyê de cih digirê. Niha em di salvegera komploya navnetewî ya li dijî birêz Ocalan re derbas dibin. Ji bo çareseriyeke mayindê mijara serekê ew pêvajoyê.”

Gulistan Kiliç Koçyigit jî anî ziman ku heta pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratik neyê çareser kirin Tirkiye jî nikarê demokratik bibe û got: “Heta niha pirsgirêka Kurd di çarçoveya ewlehiyê de dihat nirxandin. Em jî di mîrateyeke di bin zext û îşkenceyan de tên. Ew zextên ku em dijînê ne nû ne. Lê tenê ferq ew ê; Ji berê ew zext li dijî Kurdan tenê dihat kirin lê niha li dijî hemû civakê tê kirin. Ji bo wê jî em ê heta dawî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çi ji destê me were bikin û hemû derfetan bikarbînin. Lê ew ne wê wateyê em ê li dijî operasyona li ser şeredariya Mersînê bêdeng bin. Li dijî neliritiya fonan bêdeng bin. Li dijî qetilkirina jinan bêdeng bin. Em kirdeya serekê ya demokratîkirina vê pêvajoyê ne. Helbet ji bo aştiyê jî bi israriin û ji bo aştî pêk were îradeyeke nişan didin. Em niha di vê pêvajoyê de çi pêşketin dibe em destkêftî dibinin. 2 salin kes jiyana xwe ji dest nade. Ew bi tenê serê xwe jî ji bo me pir girîng e.”

Sezaî Temellî tekildarî hilbijartina Serokkomariyê û guherandina detûra bingehîn jî ev tişt gotin: “Di serî de divê hemû kes dev ji zimanê berê yê “Terorê” berde. Em di pêvajoyeke nû de ne û ew pêvajo pir girîng e. Divê hemû kes ne li gor kodên berê li gor pêvajoyê tevbigerin. Ji bo wê jî di rojeva me de hilbijartin tune ye. Rojeva me ya serekê jî ew pêvajoyê. Ji bo destura bingehîn jî em bi salanê destûreke bingehîn a demokratik diparêzin. Lê heke bejin em ê destûreke bingehîn amade bikin ew jî nabe wê demê bila bang li paşayekî bikin û amade bikin. Divê destura bingehîn bi awayekî demokratik tevlîbûna hemû aliyan û sivîl be amade kirin.”

Gulistan Kiliç Koçyigit jî tekildarî peyama Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî yên derbarê hilbijartinan de jî got ku ew ji tîfaqa Serokkomariyê alaqadar dike û ew dê li gor bernameya xwe tevbigerin û ji bo rêveberina welat îddîayên wan hene.”

Gulistan Kiliç Koçyigit tekildarî pirsa hûn dê bi CHP’ê re tîfaqeke bikin an na jî diyar kir ku hê wan nîqaş nekiriyê dê kîjan partiyê re tîfaq bikin û got: “Em ji bo demokratîkkirina komarê tîfaqeke demokratik ava dikin. Ew tîfaq bi karker, jin, ciwan û pêkhateyên me pêktê. Niha armanca me ew ê ku em vê tîfaqa demokratik mezin bikin û Tirkiyeyê demokratik bikin. Ji bo wê jî di rojeva me de tîfaqek tune ye.”

Sezaî Temellî pirsa tekildarî komisyona li meclise be ava kirin jî ew bersiv da: “Ji hejmera komîsyonê zêdetir îşleva wê girîng e. Heta niha ji aliyê Serokê Meclise ve agahiyek ji me re nehatiyê kirin. Em hevî dikin di demekê herî zû de ew komîsyon tê ava kirin û dest bi xebatan bike.”

Gulistan Kiliç Koçyigit pirsa derbarê şert û mercên Rêber Apo wiha bersiv da: “Di şert û mercên birêz Ocalan de tu guherîn tune ye. Xaniyek hatiyê çêkirin lê hê jî rojnameger nikarin biçin û şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan jî pêk nehatine. Birêz Ocalan ku muzakerevanê serekê yê pêvajoyeyê divê şert û mercên birêz Ocalan demildest bên sererastkirin ku bikarê pêvajoyê rêve bibe. Em qala pirsgirêkeke sed salan dikin. Birêz Ocalan bi tenê bangeke pêvajo anî vê merhaleyê. Ji bo wê jî divê em li ser vê yekê bisekinin; Çima heta niha şert û mercên birêz Ocalan nehatinê sererastkirin. Ji bo wê jî em qala şert û mercên kesekî nakin qala şert û mercên pêvajoyeke dikin.”

Gulistan Kiliç Koçyigit li ser pirsa rojnamegeran anî ziman ku heta qanûn dernekevin kes nikarê vegerê û got: “Ji salên 90î de beriya qanûn derbikevê yên li ewropa vegeriyan hemû kes dizanê çi bi serê wan hat. Ji bo wê divê qanûn derbikevin. Ji bo girtiyên siyasî jî divê qanûna înfazê biguherê. Girtiyên siyasî jî hê jî bi biryarên keyfî nayên berdan û tevî infaza wan qediyayê jî berdana wan tê asteng kirin. Ji bo wê jî divê qanûna înfazê li gor wekheviyê biguherê.”

Sezaî Temellî destnîşan kir ku wan bi gelek beşên civakê re hevdîtin kirinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civak dixwazê êdî pêvajo bigehejê encamê. Dixwazê hemû kes berpirsyariyê bigirê. Helbet rexneyên civakê li dijî me jî hene. Lê rexneyên esasî li dijî desthilatê ne. Ji ber ku desthilatê hê jî gaveke şenber neavetiyê. Di van rojên dawî de civîna MGKê çêbû. Bendewariyeke mezin hebû lê civîna MGK’ê weke ku li Tirkiyeyê tiştek tune ye çêbû û gotin em dê di 27ê Mijdarê de careke din bicivin. Careke din sepandina qanûn taloqî 2 mehan kirin. Ji bo wê jî baweriya civakê li dijî desthilatê kêm e.”

Gulistan Kiliç Koçyigit jî diyar kir ku daxwaza civakê ya pêvajoyê heye lê civak ji desthilatê bawer nake û got: “Civak dibêje madem qala çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin çima şert û mercên birêz Ocalan nayê baş kirin. Çima Figen Yuksekdag, Selahattîn Demirtaş û girtiyên siyasî nayên berdan. Taybet jî çima girtiyên nexweş nayên berdan. Çima mafê zimanê zikmakî bi cih nayê. Zimanê zikmakî rojeva serekê ya civakê ye. Me jî rexne dikin dibêjin hûn çima behtir nayinin rojevê. Lê zêdetir ji desthilatê rexne dikin. Civak ji ber vê rewşe ji desthilatê bawer nake. Ji bo baweriya civakê divê desthilat gav biaveje û bendewariya civakê re bibe bersiv.”

Gulistan Kiliç Koçyigit pirsa derbarê Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş jî ev tişt got: “Tevî 3 biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa jî Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş nayên berdan. Ew ji bo qanûnên Tirkiyeyê jî nakokiyeke mezin e. Em çareseriya vê pirsgirêke ji bo Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş û girtiyên siyasî jî êdî nekevin girtîgehê dixwazin. Azadiya birêz Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş ne diyariyeke ango xeleteke. Pêkanîna hiqûqeyê.”

Sezaî Temellî jî xwepeşandanên 7’ê Cotmehê ya Kobanê bibîrxist û got: “12 sal berê van çaxan me bangek kir. Piştî wê bangê li Rojhilata Navîn guherîneke mezin çêbû. Ew ji bo hemû herême baş bû. Lê tevî vê yekê jî hevalên me hatin ceza kirin û tevî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan jî hê jî nayên berdan.”

Gulistan Kiliç Koçyigit tekildarî rexneya li ser bikaranîna zimanê DEM Partiyê jî destnîşan kir ku ew zimanê desthilatê yê pêvajoyê rexne dikin û got: “Ew pirsgirêk bi awayekî ‘Teror’ nikarê were nirxandin. Ew pirsgirêk ji ber înkareyê. PKK’ê ne sedemê lê encama vê pirsgirêke ye. Ji bo wê jî divê naskirina ziman û nasnameya û naskirina statuya Kurdan di destura bingehîn de pêk were. Ji bo wê jî bikaranîna zimanê, ‘Terorê’ em rast nabînin û rexne dikin. Zimanekî ku dibêjin, ‘Teslîm bûn, têkçûn’ zerarê dide pêvajoyê. Lê çapemeniya desthilatê jî hê jî dev ji zimanê berê bernedayê. Helbet em ê jî zimanê xwe biguherînin. Lê rexneyên li ser bikaranîn zimanê me ew be, ‘Nasnameya xwe û zimanê xwe înkar bikin’ be ew nayê qebûl kirin lê helbet divê zimanê me behtir berfireh bibe û civakê hembez bike. Em dixwazin Tevgereke Komara Demokratîk ku hemû beşên civakê hembez dike bidin destpêkirin. Em dixwazin Tevgera Civaka Demokratîk bidin destpêkirin. Rexneyên li dijî AKP’ê jî ji ber pergalê ne. Beriya AKPê jî zext û tundî hebûn. Divê zext û tundî bi tenê AKP’ê ve neyê xwendin.”

Sezaît Temellî jî tekildarî heman pirsê bi lê kir ku zimanê wan zimanê civakê ye û got: “Zimanê me zimanê jin, baweriyên cuda û karkeran e. Ji bo wê em dê vî zimanî de israr bikin. Em têkoşîneke çînî û nasname nadin lê em dev ji têkoşîna azadiya nasname û çinan jî bernadin. Em tu îradeyê li ser îradeya gel nabînin û napêjirînin. Ji bo wê jî îradeya gel ji benda MGKê nayê hiştin. Pêdiviya me bi bikaranîna zimanekî aştiyê heye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!
Nûçeya Pişt re Henri Kagan û Kenso Soai hêjayî Xelata Kîmyayê ya Nobelê hatin dîtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê trafoya elektîkê ket, karkerê 62 salî Tahîr Çîçek di bin…

Ji aliyê Stêrk TV

TJA’yê banga tevlîbûna mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ kir: Dem dema hevdîtina bi Rêbertiya azad re ye

TJA’yê banga tevlîbûna li mitînga “Hêvî û Azadiyê” kir ku wê li Amedê were lidarxistin…

Ji aliyê Stêrk TV

Muguç: Pêvajoya aştiyê ya ku ji dewletê çavkanî digire di nav nediyariyê de pêş dikeve

Hevserokê Şaxa Amedê yê OHD’ê Muhîttîn Muguç diyar kir ku piştî banga 27’ê Sibata 2025’an,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Henri Kagan û Kenso Soai hêjayî Xelata Kîmyayê ya Nobelê hatin dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?