Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan got, “Têkoşîna sala 29’an a li dijî komploya navneteweyî divê bibe têkoşîna wê yekê ku tevgera civaka demokratîk hîn bi rêxistin bike, bi pêş ve bibe û têkoşîna komara demokratîk bi ser bixîne.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin anî ziman ku li dû qebûlkirina qanûna çarçoveyê diviyabû ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên şênber bihatina avêtin û got, “Kurd yek ji hêmanên girîng ên paşeroja demokratîk a vî welatî ne.”
PAJK’ê di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de got, “Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ye” û diyar kir ku jin bi biryar in ku bi tevlîbûna xweya rêxistinbûyî jiyana demokratîk-komînal biafirînin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bixînin.
Ji Baroya Amedê Derya Yildirim işaret bi daxwaza kiryarên kuştina jinan a daxistina ceza ya bi hincetên tehrîka neheq, rewşa baş û derûniya xerab kir û got, parastinên navborî ji bo kiryaran veguherîne mekanîzmayeke cidî ya parastinê.

