Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha îlonê eşkere kir. Di raporê de hat ragihandin divê darizandin û çavtirsandina rojnamevanan ên ji ber çalakiyên wan ên pîşeyî, astengkirina weşana nûçeyên wan û girtina platformên wan ên dîjîtal bi dawî bibe û hat gotin:”Divê rojnamevanên girtî werin berdan û hemû astengiyên li pêşiya rojnamevanan werin rakirin.”
Di dewamiya raporê de wiha hat gotin:
“Di meha îlonê de zext bi awayên curbecur li ser rojnamevanên jin berdewam kirin. Lêpirsîn û dozên li dijî çalakiyên rojnamegeriyê, astengiyên li pêşiya nûçeyan, binçavkirin û girtin, gef û êrîş û sansura dîjîtal qada xebatê ji bo rojnamegeran teng kir.
Geşedanên di tevahiya mehê de nîşan dan, raporên nûçeyan û çalakiyên rojnamegeriyê wekî bingehek ji bo tawanbarkirinê têne bikaranîn. Berdewamiya dozên ku bi salan dom kirine, vekirina dozên nû û berdewamiya fermanên girtinê zexta dadwerî ya berdewam li ser rojnamevanan nîşan da.
Astengiyên li qadê şert û mercên xebatê ji bo rojnamevanan jî dijwar kirin. Destwerdana li ser nûçeyan, dûrxistina rojnamevanan ji qadê, gef û êrîş nîşan dan ku gihîştina nûçeyan her diçe sînordar dibe.
Di meha îlonê de, qada dîjîtal jî yek ji wan deveran bû ku zext lê zêde bûn. Gihîştina platformên dîjîtal ên gelek koman, di nav de hesabên kesane yên rojnamevanan, rêxistinên nûçeyan, rêxistinên jinan û parêzvanên mafên mirovan, hate astengkirin. Vê yekê di heman demê de gihîştina raya giştî ya agahdariyê jî sînordar kir.
Zextên li ser rojnamevanan li cihên kar jî berdewam kirin. Ji kar derxistin, destdirêjî û şert û mercên nebaş ên xebatê ji bo jinan dijwar kir ku hebûna xwe di çapemeniyê de bidomînin.
Bûyerên meha îlonê nîşan didin rojnamevan dema nûçeyan çêdikin, li qadê dixebitin, di bin pêvajoyên qanûnî de dimînin û di qada dîjîtal de di bin zextê de ne. Binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanan nikarin ji azadiya çapemeniyê û mafê raya giştî yê agahdarkirinê werin veqetandin.
Divê darizandin û çavtirsandina rojnamevanan ên ji ber çalakiyên wan ên pîşeyî, astengkirina weşana nûçeyên wan û girtina platformên wan ên dîjîtal bi dawî bibe. Divê rojnamevanên girtî werin berdan û hemû astengiyên li pêşiya rojnamevanan werin rakirin.
Lîsteya jinên rojnameger ên girtî:
1.Derya Okatan-Rojnameger
2.Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
3.Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)
4.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê
5.Oya Lale Ozan Arslan-Rojnameger
6-Yelis Ayaz – Xwediya Sîteya Înternetê ya Aydinpostê
7-Songul Yucel – Derhênera Weşana Giştî ya Kovara Onsozê
8-Fatma Sibel Gurcihan – Rojnameger
9-Îrem Delice – Nûçegîhana Rojnameya Dengeyê ya Aydinê
10-Tugba Tekerek-Rojnameger

