Li Kobanê ji bo kesên di şerê dawî de birîndar bûne û bûne gazî civîneke berfireh bi amadebûna rêveberên gaziyên şer Medya Qamişlo û Şervan Zîlan ve pêk hat. Civînê bi deqeyekê rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir.
Piştî rêzgirtinê Medya Qamişlo têkildarî rewşa herêmê, geşedan û pêşketinên demên dawî nirxandin kirin. Medya Qamişlo li ser rol û mîsyona gaziyan a di nav têkoşînê û civakê de jî sekinî.
Şervan Zîlan jî anî ziman ku ew bi dîtina hevalên xwe yên gazî û birîndar kêfxweş bûne û li ser wate û girîngiya gazîbûnê nêrînên xwe parve kirin.
Şervan Zîlan diyar kir ku ji bo hevalên xwe yên birîndar û gazî li gor derfetên xwe çi were xwestin wê dabîn bikin.
Gazî û birîndarên mafên axaftinê wergirtin têkildarî rewşa xwe nêrînên xwe parve kirin û anîn ziman ku ji bo parastin û pêşxistina nirxên bi xwîna şehîdan û berdêlên giran ên gel û gaziyên şer hatine bidestxistin wê bi erka xwe rabin.
Ligel vê bi endaman re nîqaş û nirxandinên şexsî jî hatin kirin.

