Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oznûr Bartin:: Kurd yek jî hîmên esasî yên paşerroja demokratîk a vî welatî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!
Rojane

Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

Rêveberiya Tevgerê diyar kir ku li gel vekişandina hêzên li nava sînorên Tirkiyeyê ku ne rîsk bûn, wan 4 tunel û çeperên li Metînayê vala kirine û got, "Li pêşiya azadiya Rêber Apo û qanûnên azadiyê êdî ti astengî û hincet nemaye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê bi vî rengî ye:

“Di ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re 2 sal derbas bûn ku 23’ê Cotmeha 2024’an bi bersiva Rêber Apo ya ji bo Devlet Bahçelî destpê kir ku Rêber Apo gotibû, hêza min heye ku şer bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî. Rêber Apo di nava van 2 salan de gelekî hewl da û pêvajo gihand vê astê.

Bi banga 27’ê Sibata 2025’an a Rêber Apo re Tevgera me rawestandina şer îlan kir. Bi Kongreya 12’emîn re ku di navbera 5-7’ê Gulanê de lidar xist PKK fesix kir û dawî li têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê anî. Di kongreyê de biryar da ku divê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi her alî ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin. Bi vî rengî dilsoziya bi îradeya çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd careke din hate destnîşankirin ku Rêber Apo di sala 1993’an de da destpêkirin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bi 30 hevalan di 11’ê Tîrmeha 2025’an de weke sembola îradeya bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê, çek şewitandin. Bi vî awayî guherîna me ya stratejîk bi şênberî hate nîşandan.

Piştî biryara me ya ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî gerîlayên ku li pey hev ji nava sînorên Tirkiyeyê hatin kişandin, di 26’ê Cotmeha 2025’an de bi endamê Konseya Reveber a KCK’ê hevalê Sabrî Ok re bi dilsoziya bi têkoşîna siyasî demokratîk a bi bidawîkriina têkoşîna çekdarî ji raya giştî re eşkere kirin. Rêber Apo û Tevgera me gelek caran bi daxuyaniyan bi zimanekî eşkere ragihandin ku li ser bingeha demokratîkbûnê ew çareseriya pirsgirêka Kurd tercîh dikin. Gelê Kurd, raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê ev helwesta Tevgera me rast dîtin û piştgiriya wê kirin. Destnîşan krin ku helwesta Rêber Apo û PKK’ê wê ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn serdemeke nû bide destpêkirin. Li Tirkiyeyê 2 sal in qet şer naqewime, ciwanekî bi tenê yê Tirk û Kurd jiyana xwe ji dest nade. Ev rewş bi serê xwe qedir û qîmeta pêvajoya aştî û civaka demokratîk radixe pêş çavan.

Ne tenê Kurd, her kesên ku demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin, baweriya xwe bi wê aniye ku bi serketina pêvajoyê re wê gelên Tirkiyeyê hemû qezenç bikin. Ji ber ku dîtin pirsgirêka Kurd a ku nehatiye çareserkirin çavkaniya pirsgirêkan hemûyan e. Ji herdu aliyan bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo şer bi trîlyonan dolar hate xerckirin. Ne tenê di polîtîkaya hundirîn de her wiha di polîtîkaya derve de jî ev yek bûye aliyê lawaz ê dewleta Tirk. Ya herî xerab jî qutbûna navbera gelên Kurd û Tirk e ku nêzî hezar sal in weke cîranê hev bi hev re ne. Dijberî û qutbûneke ku bi sedan salan di ti serdemê de nehatiye dîtin, kete navbera Kurdan û dewleta Tirk. Armanc ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk ew e ku vê dijberiyê û şerê çekdarî bi dawî bike, bi entegrasyona demokratîk re dawî li qutbûna pir alî ya navbera Tirkiye û Kurdan bîne.

Rêber Apo ev çareserî ne tenê weke tercîheke polîtîk xist rojevê. Bi Manîfestoya Civaka Demokratîk û danezana entegrasyona demokratîk û komara demokratîk hîmên bingehîn ên teorîk û îdeolojîk jî danî. Di vê çarçoveyê de ji bo pêşvebirina pêvajoyê îradeyeke xurt û hewldaneke mezin nîşan da. Tevgera me ya azadiyê jî li gorî pêwîstiyên vê pêvajoya ku Rêberê me dimeîne tevgeriya.

Di nava atmosfereke civakî û siyasî de ku bi îradeya Rêber Apo û gavên Tevgera me afirî, li meclîsê di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de komîsyonek hate avakirin. Vê komîsyonê bi gelek kes û derdorên civakî re hevdîtin kir ku piraniya partiyên siyasî endam dan vê komîsyonê. Komîsyonê hevdîtin bi Rêber Apo re kir û raporek amade kir. Li gel kêmasî û şaştiyên xwe yên cidî jî komîsyona li meclîsê hate avakirin têkildarî pirsgirêka Kurd raporek amade kir. Di vê raporê de heta astekê hate destnîşankirin ku pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên çekdarî nikare bê çareserkirin, pirsgirêk bi demokratîkbûnê dikare çareser bibe. Lewma weke asta destpêkê işaret bi hin gavan kir ku îradeya siyasî dikare biavêje. Lê belê îradeya siyasî hem ev gav neavêt hem jî di mijara demokratîkbûnê de neket nava ti hewldanan.

Rêber Apo derxistina qanûneke çarçoveyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîk bûnê gelekî girîng dît ku weke qanûna kokê jî bilêv kir. Di hevdîtinê bi dewletê hemûyan re li ser girîngiya vê sekinî. Di vê çarçoveyê de diyar kir ku piştî derxistina qanûna çarçoveyê divê qanûnên azadiyê bêne derxistin û her firsendê girîngiya vê yekê destnîşan kir.

Lê belê qanûna çarçoveyê ya hate amadekirin ne li gorî çarçoveya ku Rêber Apo diyar kiribû. Tevgera me ya azadiyê jî nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser vê qanûna çarçoveyê hem ji navbeynkarên navbera me û dewletê, hem jî bi rêya çavkaniyên vekirî bilêv kir. Ev nêrîn û pêşniyar bi esasî li ber çavan nehate girtin. Rêber Apo weke koordînatorê aştî û siyasîbûnê; ji bo karibe di nava mercên azad de kar bike û bi rola xwe rabe, ev qanûn weke gava destpêkê ya hezar gavî nirxand. Tevgera me jî ji ber ku derketina qanûnê ji naveroka mercên siyasî yên heyî cudatir girîng dît, helwesteke dijber nîşan neda. Lê belê destnîşan kir ku qanûn bi rengekî cidî xwedî pirsgirêkan e. Ji ber ku qanûnê Rêberê me û rêveberiya Tevgera Azadiyê li derve hişt û bi vî rengî hîn ji destpêkê ve kete rewşeke zehmet a bicihanînê û bê wate. Weke qanûneke ku îpotek danî ser îradeya meclîsê cihê xwe li nava dîrokê girt, ku meclîs ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dikare bibe platformeke bingehîn.

Desthilatdariya AKP’ê piştî vê qanûnê ti gav neavêt. Di dema amadekirina qanûnê de li gel ku rayedarên dewletê soz dan ku Rêberê me di serî de rojnamevan wê karibe bi gelek derdoran re hevdîtinan bike, di vê mijarê de jî gav nehate avêtin. Ji bilî hevdîtina Îmrali-Heyeta DEM Partiyê tecrîda li ser Rêber Apo dewam kir. Tevgera me ya Azadiyê li gel vê yekê jî, ji bo desthilatdariya AKP’ê êdî ti bahaneyan nebîne û ji nêzîkatiya kêm a li pêvajoyê re neke hincet, hemû hêzên me yên li nava Tirkiyeyê yên ku ti rîska xwe ya şer tine bû, beriya bi çend rojan bi temamî vekişandiye. Her wiha me 4 tunelên şer û çeperên li Metînayê yên li rojavayê Zapê, li gel ku dûrî sînor e û li ser dewleta Tirk ne gef e, heman rojan vala kir. Bi kurtasî me hemû hêzên xwe yên çekdar ên li nava sînorên Tirkiyeyê û li deverên ku nêzî sînorê Tirkiyeyê vekişandiye. Bi vî rengî hemû pêwîstiyên ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê û stratejiya me ya têkoşîna siyasî demokratîk bi temamî hatine bicihanîn.

Dewleta Tirk êdî bi ti awayî nikare qala gefeke çekdarî ya li ser Tirkiyeyê bike. Weke Tevgera Azadiyê me gavên welê avêt ku di çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî de li devereke din a cîhanê nayê dîtin. Eger wate û qîmeta van gavan neyê zanîn, di serî de azadiya Rêberê me di mijara qanûnên azadiyê de gav neyên avêtin, ev yek wê bê wê wateyê ku dewleta Tirk polîtîkaya înkar û îmhayê ya sed salî dewam dike.

Nêzîkatiya li Rêber Apo û pêkhatina mercên azad ên karkirin û jiyanê yên Rêber Apo bêyî astengiyan, wê bibe nîşaneya nêzîkatiya desthilatdariya AKP’ê ya li pêvajoyê. Eger di vê mijarê de bêyî derengmayinê gav neyê avêtin, wê fikar û gumanên li nav agelê me û Tevgera me ya Azadiyê ya têkildarî pêvajoyê piştrast bibe, ev jî bi her awayî wê bandorê li helwestan bike. Avaniya me ya rêxistinê beriya her tiştî li ser bingeha nêzîkatiya li Rêber Apo nêzî pêvajoyê dibe. Ji ber ku nêzîkatiya li Rêber Apo weke nêzîkatiya li gelê Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd dibîne.

Li pêşiya azadiya Rêber Apo û gavên ji bo qanûnên azadiyê ti astengî û ti hincet nemaye. Eger dewleta Tirk dixwaze pirsgirêka Kurd a 100 salî ne bi rêya çekê, lê li ser bingeha demokratîkbûnê çareser bike, wê demê ji bo pêşveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk divê gavên pêwîst bêyî derengketinê biavêje. Pirsgirêka 100 salî ya Tirkiyeyê gelekî girîng e ku nabe li gorî hilbijartinê û polîtîkayên navxweyî yên rojane bê nirxandin. Ne pirsgirêka partiyekê ye, pirsgirêka gelên Tirkiyeyê û hêzên siyasî hemûyan e. Eger desthilatdariya AKP’ê dibêje, ez ê vê pêvajoyê li demê belav bikim, Tevgera Azadiyê ya Kurd lawaz bikim û di vê mijarê de polîtîkaya berê dewam bikim, ev yek wê bibe şaştiya herî mezin a dîroka Tirkiyeyê. Ev ê bê wateya têkbirina olîtîkayên Rêber Apo û Tevgera me yên ji bo berjewendiyên gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn. Bi vî rengî wê nebaşiyeke gelekî mezin li gelên Tirkiyeyê bike. Ji bo rewşeke bi vî rengî dernekeve holê, me bi berpirsyariyeke mezin hewl dan erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Eger ev nêzîkatiya Rêber Apo û Tevgera me rast neyê fêhmkirin, her wiha weke lawaziyekê bê dîtin, ji bilî nêzîkatiyeke polîtîk a sivik wê ev yek neyê ti wateyê. Em bang li desthilatdariyê dikin ku dest ji vê nêzîkatiyê berde, her wiha bang li gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û welatparêzên Tirkiyeyê hemûyan dikin ku ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk a bi pêşengiya Rêber Apo bi berpirsyariyê rabin. Ji ber ku ev pirsgirêk pirsgirêka partiyekê û desthilatdariyê nîne. Pirsgirêka paşerojeke demokratîk û jiyana azad a gelên Tirkiyeyê ye. Eger pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê weke pirsgirêkek navbera AKP’ê û Tevgera Azadiyê bê dîtin, ev yek wê bê wateya nedîtina rastiyê. Pirsgirêkên ku gelên Tirkiyeyê jê gilî û gazinan dikin û dixwazin bêne çareserkirin, hemû ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji ber vê yekê divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê bi rengekî çalak beşdarî vê pêvajoyê bibin. Ji bo hêzên civakî û tevahiya gelên Tirkiyeyê wezîfe û berpirsyariyeke dîrokî ye astengiyên li peşiya pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji holê rakin û bikin ku pêvajoya ji bo gelên Tirkiyeyê firsendeke dîrokî ye bi ser bikeve.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji gaziyên Kobanê soza parastina nirxan
Nûçeya Pişt re DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Milîsên Axîn Mûş ên KBDH’ê ji bo jinên hatin qetilkirin çalakî kirin

Milîsên Axîn Mûş ên KBHD'ê ji bo jinên hatin qetilkirin li Bûrsayê çalakî lidar xistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Pakistanê di mizgefta Şîayan de teqîn çêbû: Herî kêm 11 kes mirin

Li mizgefteke Şîayan a li paytexa Pakistan, Îslamabadê teqînek çêbû û di encamê de herî…

Ji aliyê Stêrk TV

Nerazîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk hate dayîn: Divê helwest bê nîşandan

Rêxistina Sara êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê şermezar kir û bang…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?