Hevberdevka Desteya Rêveveberiyên Xwecihî yên Demokratîk ên DEM Partiyê Canan Kebenç Ozkan têkildarî mijarên weke Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk, nêzîkatiya rêveberiyên xwecihî ya li hemberî pêvajoyê, jiyana komînal û statuya Rêber Apo ji ANF’ê re axivî.
Canan Kebenç Ozkan diyar kir ku pêvajo li gel banga Aşitî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an Rêber Apo derbasî qonaxeke din bûye û got ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane, li ser zemîneke demokratîk û bi rêya siyaseta demokratîk were çareserkirin.
‘ROLA RÊBER APO GELEKÎ GIRÎNG E’
Canan Kebenç Ozkan piştre da zanîn ku di pêvajoya ku gihîştiye qonaxeke krîtîk de rola Rêber Apo gelekî girîng e û ev yek anîn ziman: ‘’Divê heqê rola Rêber Apo were dayîn. Di vê pêvajoyê de nabe ku rola Rêber Apo were paşguhkirin. Li gel vê yekê li Kurdistanê têkildarî pêvajoyê bendewariyên civakê yên gelekî cidî hene. Têkildarî aşitiyeke mayînde û avabûna zemîneke demokratîk bendewariyên civakî yên mezin hene.’’
‘DIVÊ DENGÊ RÊBER APO BIGIHÎJE RAYA GIŞTÎ YA TIRKIYEYÊ’
Canan Kebenç Ozkan di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ji bo ku pêvajo baş pêş bikeve, bigihîje encamê, aşitiya mayînde were dabînkirin û civaka demokratîk were avakirin divê dengê Rêber Apo bigihîje raya giştî ya Tirkiyeyê û got: ‘’Hedîtina li gel ojnamevan, rewşenbîr û saziyên civakî; ji bo sepandina qanûnê divê bi rêxistina xwe re bikeve têkiliyê. Ji ber vê yekê divê tavilê şert û mercên Rêber Apo yên jiyîn û xebitîna azad werin dabînkirin. Em di wê baweriyê de ne ku bi taybetî ji aliyê mijarên weke aşitî, bêçekbûn û koordînasyona stratejiyê ve divê ev rol ji aliyê Rêber Apo ve were lîstin.’’
‘YEK JI HÊMANA BAWERIYA GEL A JI PÊVAJOYÊ RE AZADIYA RÊBER APO YE’
Canan Kebenç Ozkan piştre îfade kir ku êdî gel dibêje ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were dabînkirin û vê yekê weke hêmaneke girîng a baweriyê ji pêvajoyê re dibîne û got: ‘’Divê rayedar tavilê têkildarî pêvajoyê tev bigerin. Gel dixwaze Rêber Apo azad bibîne. Ji ber ku di wê fikrê de ye ku ev yek ji hêmana sereke ya baweriya ji pêvajoyê re ye. Di pêvajoyê de bendewariya gel a herî sereke mayîndebûna aşitiyê ye. Yek ji şertê vê yekê yê sereke azadiya Rêber Apo ye. Li Kurdistanê gel dixwaze bi ziman, ol, bawerî, azad û weke hemwelatiyên wekhev bijî.’’
‘QEYÛM, XESPKIRINA ÎRADEYA GEL E’
Canan Kebenç Ozkan got ku ger wê pêvajoyeke demokratîk hebe divê îradeya gel diyar be û ev yek anîn ziman: ‘’Ger wê pêvajoyeke demokratîk hebe divê îradeya gel diyar be. Qeyûm, tunehesibandin û xespkirina îradeya gel e. Ji ber vê yekê helwesta me ya li hemberî qeyûman zelal e. Me dît ku desteserkirina şaredariyan zirareke mezin dide baweriya gel a ji pêvajoyê re. Jiber vê yekê me di daxuyaniyên xwede daxwaz kir ku divê tavilê desteserkirina şaredariyan bi dawî bibe. Her wiha li Kurdistanê di tevahiya pêvajoya şer û pevçûnan de ji ber HES û bendavan wêrankirineke mezin pêk hat. Weke gelek bajarên Tirkiyeyê li Kurdistanê jî tehrîbateke mezin a ekolojîk heye. Talankirina xwezayê bes nayê wateya zirardayîna xwezayê; di heman demê de tê wateya destwerdana li ser jiyan, ax, av û pêşeroja însanên li li wan deran dijîn.’’
NÊZÎKATIYA KOMÎN Û RÊVEBERIYA XWECIHÎ
Canan Kebenç Ozkan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku komîn xwebirêvebirina gel e, got ku ew şaredariyan weke hêmaneke biçûk a desthilatdariya navendî yan jî avaniya dewletê ya navendî nabînin û destnîşan kir ku ji diyarkirina hewcehiyên gel heya çareseriya pirsgirêkan, ji daxwazên demokratîk heya perwerdeya bi zimanê dayîkê, ji mafên çandî heya jiyana bajêr a baş, ji xebatên binesaziyê heya têkoşîna li dijî tiryakê, ji polîtîkayên jin û ciwanan heya hewcehiyên din ên civakî divê gel bi awayekî rasterast xwedî gotin be.

