Nîqaşên li ser paşeroja Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dewam dikin ku li gel hevsengiyên siyasî yên navxweyî yên Tirkiyeyê yek ji ser sernavên girîng ên dîplomasiya navneteweyî û bûyerên herêmî ye. Dr. Hişyar Ozsoy aliyên siyasî û dîplomatîk ên pêvajoyê ji ANF’ê re nirxand.
Ozsoy diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelekî hêdî dimeşe û got, “Hikumet vê pêvajoyê gelekî hêdî dimeşîne. Ji bo gavekê biavêje pêwîstî bi zexteke mezin heye. Lê belê hingî gaveke gelekî biçûk diavêje. Piştre welê li pêvajoyê tê ku weke ku xitimiye xuya dike. Hewl dide pêvajoyê di bin kontrol û înîsiyatîfa xwe de bimeşîne. Pêvajoya heta niha bi giranî bi gavên bi sebir û israr ên aliyê Kurd meşiya.”
Ozsoy anî ziman ku dewlet li gorî bûyerên herêmî û navneteweyî leza pêvajoyê diyar dike û got, “Li pêşiya me hilbijartinên li Îsraîl û Emerîkayê hene. Dibe ku bixwaze bibîne bê qertên herêmî wê jinûve çawa belav bibin, hikumeta Netanyahu wê bikeve yan na, Trump wê lawaz bibe yan na. Yek ji hesaban ew e ku rewşa Îranê wê çi be, rageşiya navberar Îsraîl, Emerîka û Îranê wê ber bi ku ve biçe. Ev bûyer wê bandoreke yekser li Iraq û Sûriyeyê bike.”
Hişyar Ozsoy ragihand ku aliyê Kurd ji bo pêşî li pêvajoyê veke bi dewamî gavên yekalî diavêje û got, “Ji bo Birêz Abdullah Ocalan ku weke muzakerevanê sereke diyar kiriye rola xwe ya koordînatoriyê bi cih bîne û pêvajoyê bi pêş ve bibe, dixwaze ku derfetên pêwîst bêne avakirin. Di vê mijarê de daxwazên xwe bi israr tîne ziman.”
Siyasetmedar Ozsoy anî ziman ku meclîs hîn bi berprisyariya xwe ranebûye û destnîşan kir ku divê mekanîzmayên ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bişopînin li parlamentê bêne avakirin. Ozsoy got, “Divê bi rengekî fermî komîsyona çavdêrî û şopandinê bê avakirin.”
‘EMERÎKA JI HERÊMÊ VENAKIŞE, XWE JINÛVE BI CIH DIKE’
Ozsoy ragihand ku vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji Iraqê nayê wê wateyê ku xwe bi temamî ji herêmê vekişandiye û li ser serweriya leşkerî ev nirxandin kir:
“Emerîkayê xwe ji Iraqê vekişand û navenda xwe ya koordînasyona têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê derbasî Urdunê kir. Lê belê ev nayê wê wateyê ku ji herêmê vekişiya ye. Emerîka xwe jinûve li herêmê bi cih dike. Dibe ku xwe ji hin baregehên din jî vekişîne ku di şerê Îranê de ziyan li wan bûye. Li gel kêmkirina yekîneyên xwe yên leşkerî yên bejahiyê, bi rêya kapasîteya xwe ya teknîkê, îstîxbaratê û hêza xwe ya hewayî û deryayî nêteke xwe nîne ku serweriya leşkerî ya herêmî ji kesî re bihêle.”
‘DI MIJARA ŞENGAL Û BAŞÎQAYÊ DE EMERÎKAYÊ HERDU WELAT QANIH KIRIYE’
Ozsoy destnîşan kir ku di navbera Şengal û hikumeta navendî ya Iraqê de lihevkirinek çêbûye û li ser Baregeha Başîqayê jî ev nirxandin kir:
“Baregeha Başîqa-Zîlkanê ku sala 2015’an bi hinceta têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ji bo perwerdekirina hêzên herêmî yên li dderdora Mûsilê ava bû, salên dawî bû yek ji nuqteyên girîng ên hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Iraqê. Dema ku Tirkiyeyê hêzeke zêde li wir bi cih kir, bû yek ji qadên girîng ên rageşiya bi hikumeta Iraqê re. Bûyerên têkildarî radestkirina baregehê ji rêveberiya Iraqê re, bi paşeroja hêzên çekdar ên li Şengalê û guherînên ewlekariyê yên li herêmê kete rojevê. Gelek hêzên li nava Heşdî Şabî vekişîna Tirkiyeyê ya ji Iraqê weke mercê destpêkê yê entegrasyona bi artêşa navendî re datînin pêşiyê.
Di navbera Şengalê û hikumeta navendî de lihevkirinek çêbû. Lewma ti hinceteke Tirkiyeyê namîne ku li ser Baregeha Başîqayê israr bike. Diyar e Emerîkiyan di vê mijarê de Tirkiye qanih kiriye. Lê belê em ê bibînin bê ev yek wê di pratîkê de di kîjan astê de bi cih bê anîn.”
‘HER ALIYÊN SÛRIYEYÊ WEKE QADA MAYINKIRÎ YE’
Ozsoy diyar kir ku krîzên li Sûriyeyê nehatine çareserkirin, welat veguheriye qadeke mayinkirî û bi taybetî bal kişand ser hêzên ku li bajarên Rojava li pey provokasyonan e. Ozsoy got, “Ti pirsgirêk neqediya ye. Şam jî di nav de her kes di pozîsyoneke demkî de ne. Ji ber ku şerekî mezin heye ku hemû hêzên herêmî di nav de ne. Sûriye niha ne di wê rewşê de ye ku karibe xwe îdare bike û mûçeyan bide.”
‘GAV HÎN NEGIHÎŞTIYE ASTEKE STRATEJÎK’
Hişyar Ozsoy diyar kir ku pêvajoya li Tirkiyeyê bandorê li Sûriye û Iraqê jî dike, lê belê gavên ku hikumet diavêje hîn negihîştiye asteke stratejîk û nirxandina xwe bi vî rengî dewam kir:
“Ji aliyê dewletê ve jî hin gav hatin avêtin, ne ku nehate avêtin. Dawiya dawî navê ‘Tirkiyeya bê teror’ dan pêvajoyê. Di qanûnê de gelek xusûs hene ku şaş dibînim. Lê belê meseleya esasî ew e ku wê têkildarî meseleya Kurd nêzîkatiyeke siyasî û dîplomatîk bê nîşandan an na. Li gogrî daneyên heta niha, ji aliyê dewlet û hikumetê ve hîn hewldaneke taktîkî tê dîtin. Hîn veneguheriye stratejiyê.”
Ozsoy destnîşan kir ku di têkiliya bi Kurdan re pêwîstî bi veguherîneke bingehînî heye û got, “Bi demê re wê karibin bi Kurdan re veguherîneke stratejîk bikin? Eger qonaxa destpêkê derbas bibe, bêçekbûna PKK’ê pêk were û rewşeke welê derkeve holê ku bi rehetî axaftin li ser meseleya Kurd bê kirin, gelo têkiliyên dewletê yên bi Kurdên li Tirkiye, Rojava, Başûr û Rojhilat wê hîn çêker bibin? Mebesta min ji stratejî û veguherîna bingehînî ev e.”

