Çalakiyên xwendekaran ên ku di navîna Îlonê de li herêma Parîsê destpê kirin, li seranserî welêt belav bûn. Xwendekar daxwaz dikin ku budçeya perwerdeyê were zêdekirin, zêdehiya di bernameyên dersan de were kêmkirin, li şûna mamosteyên nehatine tayînkirin yên nû bên wezîfedarkirin û avahiyên dibistanan bên başkirin.
Yekîtiya Sendîkayên Xwendekarên Lîseyê di qonaxa 5’an a çalakiyên xwe de daxwaza xwe dubare kir ku sîstema bicihkirina zanîngehê ya Parcoursup were rakirin û ji bo lîseyan planeke razemeniyê ya 10 milyar euro were amadekirin. Xwendekar her wiha armanc dikin ku bi protestoyên roja şemiyê ya li dijî buhabûna jiyanê, têkoşîneke hevpar bimeşînin.
HIKÛMET WÊ 3 HEZAR MAMOSTEYÊN CÎHGIR WEZÎFEDAR BIKE
Wezîrê Perwerdeyê Edouard Geffray ragihand ku wê li lîseyên ku rewş lê herî krîtîk e, 3 hezar mamosteyên cîhgir bên wezîfedarkirin. Berdevkê Hikûmetê Maud Bregeon ragihand ku dest bi wezîfedarkirinan hatiye kirin.
Tê plankirin ku xwepêşandana xwendekaran di saet 14.00’an de ji Qada Italie destpê bike û heya Invalides dewam bike. Di serî de Lyon, Marsîlya, Lille, Toulouse û Bordeaux wê li gelek bajaran protesto bên lidarxistin.
BI SED HEZARAN KES BEŞDARÎ XWEPÊŞANDANÊN BERIYA VÊ BÛN
Di xwepêşandanên neteweyî yên ewilî yên 6’ê Cotmehê de, li gorî rayedaran 266 hezar, li gorî organîzatoran jî 450 hezar kes daketin qadan. Hat diyarkirin ku tevlîbûna li Parîsê navbera 56 hezar û 100 hezarê ye.
Di xwepêşandanên roja pêncşema borî de jî Wezareta Karên Hundir ragihand ku li seranserî welêt 71 hezar û 500 kes tevlî bûn. Li gorî agahiyên ku AFP’ê spartiye çavkaniyeke polîsan, tê payîn di xwepêşandanên roja sêşemê de li seranserî welêt 130 hezar û 200 hezar kes beşdar bibin.

