Hate ragihandin ku 3 endamên Ewlehiya Rêyan di êrişa çekdarên nenas de li gundewarê Hemayê hatin kuştin. Li gorî agahiyan, êriş li ser rêya Selemiyê-Asreya pêk hat.
Çavkaniyên xwecih ji dezgehên çapemeniyê re gotin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî êrişê seferbr bûne û lêkolîn dane destpêkirin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), vê êvarê cenazeyên jinekê û hevserê wê di mala wan de li gundê Cisir El Meksûr ê herêma Selqîn a bakurê Idlibê hatin dîtin.
Nasnameya kujer nehat naskirin.

