Fermandara mezin Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) bi jiyan, têkoşîn û çalakiya xwe li Kurdistanê bû xeteke têkoşînê. Li pey wê bi sedan gerîlayên jin ên ciwan tevlî nava refên têkoşînê bûn û gelê Kurd navê Bêrîtan li zarokên xwe kir, bi vî rengî xwedî li bîranîna wê derket. Gerîlayên HPG’ê Ronî Dersim û Şoreş Beytuşebap bi wesîleya salvegera şehadeta şehîd Bêrîtan hest û fikrên xwe parve kirin.
Gerîla Ronî diyar kir ku şehîd Bêrîtan li hemberî xeta xiyanetê xeta azadî û fedaîtiyê ji xwe re kir esas û got, “Weke tevger her sal hevala Bêrîtan di salvegera şehadeta wê de bi bîr tînin. Dibe ku em bi wê re neman, dibe ku me ew qet nedît; lê belê rêya ku hevala Bêrîtan nîşanî me da di asta manîfestoyekê de bû. Pêvajoya ku Bêrîtan ew çalakî lidar xist, pêvajoyeke tasfiyeyê bû. Şehîd Bêrîtan ev rewş qebûl nekir. Li hemberî xeta xiyanetê xeta azadî û fedaîtiyê ji xwe re kir esas. Li wê derê Pêşmergeyekî ji hevala Bêrîtan re got, ‘Were ez ê te teslîmî dewletê nekim, wê tiştekî bi te nekin’. Lê belê hevala Bêrîtan ev qebûl nekir. Çeka xwe şikand û herî dawî çalakiya fedaî kir.
Hevala Bêrîtan vê peyamê dide me: ‘Ya hûn ê xeta xiyanetê ji xwe re bikin esas, yan jî hûn ê xeta azadî û serketinê ji xwe re bikin esas’. Wê xetek nîşanî hevrêyên me yên ciwan ên jin û mêr da. Her sal di 25’ê Cotmehê de hevala Bêrîtan di salvegera şehadeta xwe de tê bîranîn. Dibe ku em pê re neman, lê belê hevrêyên ku pê re man qala wê dikin. Hevrêtî, sekna wê ji bo me xetek e. Şehîd Bêrîtan Rêbertî nedîtibû lê belê Rêbertî xwend, di kesayetiya xwe de xist meriyetê û çalakiyeke fedaî kir. Çi dibe bila bibe, weke şagirtên hevala Bêrîtan û Rêber Apo, zor û zehmetî çi dibe bila bibe em ê li ser vê xetê bi dewamî bimeşin. Em heta dawiyê dilsozê şehîdên xwe û Rêberê xwe ne. Bi vê wesîleyê em hevrêyên xwe yên şehîd hemûyan careke din bi hurmet bi bîr tînin.”
‘WEKE JINEKE KURD RÊYEK VEKIR’
Ji gerîlayên HPG’ê Şoreş Beytuşebap jî bi wesîleya salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan ev nirxandin kir, “Me hevala Bêrîtan rû bi rû nas nekir, lê belê piştî ku tevlî nava têkoşînê bû xeta wê ya berxwedanê, sekna wê nas kir. Wê weke jineke Kurd rêyek vekir û di jiyana me de baweriya berxwedanê afirand. Em îro jî vê xetê ji xwe re dikin esas. Hevala Bêrîtan bi bexwedana xwe ne tenê li Kurdistanê her wiha li Rojhilata Navîn bang li cîhanê kir. Teslîmiyet qebûl nekir, weke Kurdek li dijî dijmin bi hêrs bû, armanca xwe Kurdistaneke azad bû. Li ser vê bingehê em îro jî vê xetê ji xwe re dikin esas.
Fikrê ku hevrê Bêrîtan afirand, tiştên ku ji Rêber Apo xwend û hîn bû weke manîfestoyekê pêşkêşî me kir. Kir ku em rastiya jiyanê fêhm bikin û bikevin nava liv û tevgerê. Bêrîtan bi sekna xwe beriya her tiştî nîşanî me da ku encamê bi dest bixin. Teslîmiyet qebûl nekir, jiyaneke hîn bi wate hilbijart û ev çalakiya fedaî kir. Bi vê wesîleyê em careke din sozê didin hevrêyên xwe yên şehîd, ku heta dawiyê fikrê wan, nirxên ku wan afirandine û jiyana ku pêşkêşî me kirine biparêzin. Em ê di çarçoveya fikrên hevrêyên xwe yên fedaî de bi dewamî bimeşin. Li ser vê bingehê em hevrêyên xwe yên şehîd bi hurmet û minet bi bîr tînin.”

