Li taxa Arzoxlî ya navçeya Sûr a Amedê, li dijî projeyên depokirina enerjiyê û Santrala Enerjiyê ya Rojê GES) a ZENKAR-1 û ZENKAR 2 ku şîrketa Zenkar Nakliyat Înşaat hewl dide çê bike, berxwedan dewam dike. Tê xwestin ku proje li ser çêrgehên hevpar ên gundiyan û herêmên dîrokî bê çêkirin. Berxwedana şêniyên taxê ya li dijî projeyê ji bo parastina qadên jiyanê dewam dike.
Li gel ku pêvajoya li dadgeriyê dewam dike jî 21’ê Cotmehê xebatkarên şîrketê li gel jendermeyan ketin qada projeyê. Li hemberî vê yekê jî şêniyên taxê dest bi çalakiyê kirin. Şêniyên ku dixwazin çêrgeh û qadên xwe yên jiyanê biparêzin, li qada projeyê dest bi nobeda kon kirin û dixwazin dest ji projeya GES’ê bê berdan.
Jinên ku li refên herî pêş ên têkoşînê ne bi dirûşma “Em heriya xwe nadin” nobedê digirin. Jinan diyar kirin ku proje li ser çavkaniya wan a debarê û qadên wan ên jiyanê gefek e û gotin, “Em bi şopa sergînê li binê lingê xwe hatin. Ji bilî sewalan debareke me ya din nîne.” Jinan anîn ziman ku heta şîrket xwe ji qada projeyê vekişîne wê çalakiya xwe ya nobedê dewam bikin.
‘SEWALKARÎ NEBE EM JÎ NIKARIN LI VIR BIMÎNIN’
Ji nobedaran Leyla Aslan ragihand ku eger projeya GES’ê bikeve meriyetê wê çavkaniya wan a debarê ji holê rabe û got, “Eger GES bê avakirin em nikarin li vê derê sewalekê bihêlin, nikarin debara xwe bikin. Wê her tiştê me biqede. Wê bînin asteke welê ku em ê neçar bimînin ku ji gund koç bikin. Heywan, xak û tenduristî tine be em ê li vî gundî çi bikin? Em naxwazin ji vir biçin. Em ê vê xakê û jiyana xwe nedin wan.”
Leyla Aslan destnîşan kir ku têkoşîna wan ji bo xak û çavkaniyên wan ên avê ne û got, “Dewlet li şûna ku li pişt wan bisekine û alîkariyê bi wan re bike, bila bê alîkariyê bide gundiyan. Em dixwazin ku bêyî pirsgirêkek rû bide, bêyî bûyerek biqewime ev pirsgirêk bê çareserkirin û em naxwazin ku xaka gundiyan bê desteserkirin.”
‘SERMAYE Û ŞÎRKET TÊ PARASTIN’
Gulşen Bîrer ku ji bo piştgiriya bi jinan re li qadê ye, nerazîbûn nîşanî projeya GES’ê da û anî ziman ku pêvajoya hiqûqî û bandora hawirdorê li ber çavan nehatiye girtin.
Gulşen Bîrer got, “Demeke dirêj e ji bo li ber talankirina xwezayê û dagirkirina mal û milkên li Kurdistanê rabin, em li vê derê ne. Em bi gel re ne. Mirov şîrketan, jendermeyan, kepçeyan naxwazin. Ev pêvajo li gorî qanûnan nameşe. Li vê derê şîrketekê diparêzin û nobedariyê ji sermayeyê re dikin. Hêzên ewlekariyê jî îro li pêşiya van şîrketan dibin mertal. Em ê rê nedin van û destûrê nedin vê talanê.”
‘EM NEÇAR IN KU LI BER XWE BIDIN’
Ji şêniyên taxê Bahar Çîftçî jî diyar kir ku eger proje bikeve meriyetê wê çêrgehên wan ji holê rabin, sewalkarî bi dawî bibe û got, ji ber vê jî wê têkoşîna xwe dewam bikin.
Bahar Çîftçî axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Em mafê xwe dixwazin. Jiyana me mafê me ye, em ê nedin kesî. Li vê derê mirov hemû bêkar in, em sewalkariyê dikin. Ew jî çav berdidin vê yekê.
Bi pêlavên xwe yên bi şopa sergînan em hatin vê derê. Dixwazin jiyana me ji me bistînin. Dixwazin xaka me ji me bistînin û em ji vir biçin. Em jin li refên herî pêş dimeşin. Çi dibe bila bibe em li vê derê ne, em ê li ber xwe bidin. Çavkaniyên me yên debarê ji me distînin. Eger ev proje pêk were, qada me ya çêrgehê biçe, heywan jî namîne, kar jî namîne. Çavkaniya me ya debarê namîne. Em neçar in li ber xwe bidin.”

