Di dîroka berxwedana gelan de şehadet ne tenê windabûneke fizîkî ye, veguherîna jiyaneke fedayî ya ber bi rûmeta herî bilind û nemiriyê ve ye. Hevrê û pêşeng Roza Kobanê, yek ji stûnên sereke û avakerên Tabûra Xweser a Şehîd Dîcle ye. Fermandar Roza Kobanê di rûpelên vê dîrokê de bû sembola vê rûmetê. Ew di nava hevalên xwe de bi bejn û bala xwe ya bilind, bi heybeta xwe ya leşkerî û bi rûyê xwe yê li ken ku tije hêviya azadiyê bû jî dihat naskirin. Di sekna wê de, çelengî û reseniyeke mîna şehbanûyan hebû ku bi heybet û xwedî mubadere bû.
Ew her tim serbilind û ji xwe bawer bû. Li hember jiyan, şoreş û hevaltiyê her dem bi berpirsyariyeke kûr û bi dilekî bêhesab ê fedayî tevdigeriya. Hevrê û pêşeng Roza, keça wêrek a gundê Eydaniyê yê li rojhilatê Kobanê bû ku cewherê axê diparast. Heval Roza sala 2013’an pêngava xwe ya dîrokî avêt û tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû. Tevî hîna sala wê ya yekem a tevlîbûnê temam nebibû jî di aliyê akademîk û teorîk de xwedî ramaneke pir kûr û di pratîkê de xwedî pêşengtiyeke ewqas xurt bû ku di demeke kurt de erka Konseya Leşkerî ya YPJ’ê wergirt. Ev yek nîşaneya herî mezin a hişmendiya wê ya milîtantî û vîna wê ya rêxistinî bû.
Di kêliyên herî zehmet ên dîrokî ji temenê şoreşê de û di nava Tabûra Şehîd Dîcle de, wê weke jin daxwaza azadiyê kir û li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê ku hebûna jinê û nirxên mirovahiyê hildiweşand, çeper girt, şerekî bêhempa raber kir. Qehreman û şêrejina Kurd Roza Kobanê bû bersiva felsefî û leşkerî ya li dijî wê feraseta paşverû ya kujerên kastîk. Wê bi wêrekiyeke mezin çeka xwe li dijî hovîtiyê bi kar anî. Bêyî ku dudil bibe bi bîr, bawerî û ruhê serketinê ku di dilê xwe de şîn kiribû şerekî bêhempa meşand, heya serkeftinê meşiya. Di ferhenga wê ya têkoşînê de paşvekişîn tinebû. Her gavên wê, ber bi lûtkeya azadiyê ve bûn.
Ji bo her karê giran û her cihê zehmet, hevala Roza her tim bi dildarî pêşengtî dikir. Çavên wê ji ti astengiyan neditirsiyan. Berevajî vê yekê, dema ku hevala Roza radibû ser piyan, di heybeta sekna wê ya şoreşgerî de, dijmin her ku diçû biçûk dibû û dilerizî. Bi wê sekna xwe ya nimûne û fermandarî, heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe da û 8’ê Cotmeha 2014’an li bajarê Kobanê tevlî karwanê nemiran bû. Şehadeta heval Roza, wateya herî kûr a gotina Rêber Apo ya “Şer li fermandara/ê xwe digere” raber dike. Ew ne tenê fermandara şerê wê demê, di heman demê de hişmendî û ruhê mîmariya azadiya Kobanê bû.
Eger îro Kobanê li ser piyan e û bûye navenda rûmeta cîhanê, ev encama vîn, felsefe û xwîna pîroz a şehîdên mîna Roza Kobanê ye. Şehadet ji bo me ne tenê bîranînek e, pîvana herî bilind a dilsoziya bi xeta azadiyê re ye. Hevrê Roza bi şehadeta xwe, rûmeta herî mezin di dîrokê de xêz kir. Em jî wek hevrê û şervanên heval Roza Kobanê û hemû şehîdên şoreşê şopdar û şagirtên wan in. Ji bo em bibin layiqî wan em têkoşîn dikin. Em ê têkoşîna xwe teqez bi serkeftinê tacîdar bikin. Careke din em soza xwe ji wan fermandarên xwe re nû dikin û dibêjin, em ê hedef û armancên ji bo wan cane xwe dane pêk bînin. Em ê wan di hiş, mejî û her kêliya xwe de bidin jiyandin.

