Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Voce Arcaica (Dengê Qedîm) ku her sal li Îtalyayê bi pêşengiya Akademiya Jineolojiyê tê lidarxistin, ji b bo bîranîna endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, nivîskar û rojnameger Nagîhan Akarsel ku di 4ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin, tê li darxistin. Mîhrîcana ku wê di 7’ê Mijdarê de li Teatro Biblioteca Quarticciolo ya Romayê bê lidarxistin.
Di nivîsa ku ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ve hat weşandin de hat diyarkirin ku mîhrîcan bi armanca berdewamkirina xebatên Nagîhan Akarsel a ku mohra xwe li gelek lêkolînên girîng ên derbarê Jineolojî, rojnamegeriya jinan û jinan de xistiye û zindîkirina ramanên wê tê lidarxistin. Di nivîsê de hat destnîşankirin ku huner ne tenê awayekî îfadeyê ye, di heman demê de rêya veguhestina bîr, berxwedan û tecrubeyên têkoşîna jinan e.
ÇAR RAWESTGEHÊN MÎHRÎCANÊ
Di çarçoveya mîhrîcana ku îsal wê cara sêyemîn bê lidarxistin de li bajarên Roma, Reggio Calabria, Torino û Bologna yên Îtalyayê û li Haelen a Holandayê çalakî hatin lidarxistin. Pirtûka Voce Arcaica (Dengê Qedîm) ya ku ji 16 meqaleyên Nagîhan Akarsel pêk tê hat nasandin.
Jinên ku bi şahî, xwendin û çalakiyên hunerî li bajarên cuda hatin cem hev, ramanên Nagîhan Akarsel û Jineolojiyê nîqaş kirin. Xebata neqşê ya hevpar jî li seranserê rawestgehên mîhrîcanê bi tevlîbûna jinên cuda hat domandin. Di van hevdîtinan de fikir, hest, xeyal û bîranîn hatin parvekirin. Tê plankirin ku portreya Nagîhan Akarsel di 7’ê Mijdarê ya li Romayê de bê pêşandan.
ŞANO, MUZÎK Û DANS BI HEV RE NE
Bernameya 7’ê Mijdarê wê di navbera saet 10.00-13.00’an de bi atolyeya ku wê li taxa Quarticciolo bê lidarxistin dest pê bike. Di atolyeya ku wê ji aliyê Barbara Criscimanno ya ji Palermoyê û kolektîfa Trizzi Ri Donna ve bê birêvebirin de wê pratîkênkoro, dans û rîtmê yên Başûrê Îtalyayê bên destgirtin. Tevlibûna atolyeya ku ji jinan û nasnameyên cuda re vekirî ye wê bêpere be.
Bernameya êvarê ya mîhrîcanê jî wê saet di 20.30’an de li ser dika Teatro Biblioteca Quarticciolo dest pê bike. Di bernameyê de Rachele Andrioli & Coro a Coro, Denîz Deman, Koroya Jineolojiyê ya Ewropayê û Controchiave Teatro wê derkevin ser dikê. Di şahiya ku wê performansen şano, muzîk û dansê bên pêşkêşkirin de çîrokên têkoşîn û berxwedana jinan wê bi rêya hunerê bên vegotin.
Mîhrîcan ji bilî Akademiya Jineolojiyê, bi hevkariya rêxistinên jinan û torên hevgirtinê yên wekî Rete Jin, Rete Donne che Tessono il Futuro, Oltre û Non Una di Meno Roma tê lidarxistin. Şahî di çarçoveya xebatên ku armanc dikin jin beriya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi rêya çand û hunerê bên cem hev, pêk tên.


