Endama Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan di konferansa “Jin bi hev re li ser paşerojê diaxivin” a li Enqereyê li ser daxuyaniyên têkildarî Rêber Apo yên derbasbûna cihekî cuda yê li Îmraliyê bûye, nirxandin kir.
Pervîn Bûldan diyar kir ku Rêber Apo dernexistine derveyî girtîgehê, beşa nû jî li nava sînorên girtîgehê de ye.
Pervîn Bûldan got, “Ev cihê nû parçeyek ji girtîgehê ye, li derveyî girtîgehê nîne. Ji nava girtîgehê derbasî wê derê dibe. Mirov jê re bibêje, tenê cihekî ku mercên karkirinê lê hatiye amadekirin wê rasttir be. Em vê yekê bibêjin; meseleya statuyê ne meseleyeke welê ye ku tenê Birêz Ocalan derbasî wî cihî bûye. Birêz Ocalan niha li bendê ye ku weke ‘Koordînatorê Aştî û Siyasîbûnê’ bixebite. Birêz Ocalan got, ‘Ez dixwazim weke Koordînatorê Aştî û Siyasîbûnê tevkariyê li vê pêvajoyê bikim’. Lê belê ev pênase hîn nehatiye kirin. Birêz Bahçelî dema ku ev pêvajo da destpêkirin qala ‘mafê hêviyê’ kir, lê niha li ser ‘mafê hêviyê’ axaftin nayê kirin. Birêz Bahçelî her wiha di destpêka pêvajoyê de got, ‘Bila Ocalan bê li kursiya DEM Partiyê biaxive’, ev jî qet nayê axaftin.”
Pervîn Bûldan destnîşan kir ku guhertina cihê Rêber Apo nayê wateya statuyekê û got, “Ji destpêkê ve Birêz Ocalan dibêje ku dixwaze bi beşên cuda yên civakê re hevdîtinan bike. Anî ziman ku dixwaze bi saziyên jinan, rojnamevan û akademîsyenan re hevdîtinê bike. Lê belê ev du sal in ev pêk nayê. Tenê heyeteke siyasî diçe, em diçin. Ev yek jî ji bo pêşveçûna pêvajoyê têrê nake. Lewma divê bi lez gav bê avêtin.”

