Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya Roja Kobanê ya Navneteweyî li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya MSD`ê wiha ye:
“Di yekê Mijdarê de, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk sembolîzma Roja Cîhanî ya Piştevaniya bi Kobanî re bîr tîne, bi hemû wateyên xwe yên dîrokî, mirovî û siyasî û bi wan hemû destkeftiyan ku îro rola bajêr û gelê wî di avakirina paşeroja Sûriyeyê de girêdayî ne. Berxwedana Kobanî sînorên erdnîgarî derbas kirin û bû semboleke cîhanî ji bo vîna mirovahiyê di rûbirûbûna terorê de û di parastina azadî, rûmet û cihêrengiyê de.
Di sala 2014an de, Kobanî rastî êrîşa hovane ya rêxistina terorîst a DAÎŞê hat û kur û keçên wê di rêya parastina bajar, nasname û mafê xwe yê jiyanê de qurbaniyên mezin dan. Berxwedana wan di pêvajoya şerê li dijî terorê de guherîneke berbiçav çêkir û piştevaniyeke gelêrî û cîhanî ya berfireh rakir ser piyan; ev piştevaniya ne tenê piştgiriya bajarekî dorpêçkirî bû, lê belê helwesteke cîhanî bû li dijî tundrewî û terorê û serkeftinek bû ji bo nirxên azadî û rûmeta mirovî û mafê civakan di parastina hebûn û nasnameya xwe de.
Ezmûna Kobanî tekez kir ku vîna gelan û karîna wan a ji bo parastina xwe, li hember projeyên dûrxistin û tunekirinê dibin bendek bihêz. Her wiha parastina mirov û civakê ji parastina bîr, nasname û mafê diyarkirina paşerojê cûda nabe. Giringiya wê berxwedanê ne tenê di encamên wê yên leşkerî de bû, lê di wê de bû, ku karîna civakê nîşan da ku çawa vîna berxwedanê vediguherîne bo hêzeke bandordar di riya bûyeran de û di hişmendiya Sûriyeyî û cîhanî de.
Îro, di bin siya guherînên kûr ên ku Sûriye tê re derbas dibe de, ev boneya rehend pîvanên nû digire ber xwe. Heke Kobanî di sala 2014an de şerê parastina hebûnê li dijî terorê nîşan dabû, erka qonaxa niha ew e ku ji parastina hebûnê derbasî ava kirina pêgehek siyasî bibin û ji parastina maf û destkeftiyan derbasî rewa kirin û bicihkirina wan di hîmên dewletê, saziyên wê û destûra wê de bibin. Qurbaniyên ku gelê Kobanî dane nabe tenê wek rûpeleke geş di dîroka berxwedana li dijî terorê de bimînin, lê belê divê bibin bingeh ji bo hebûneke siyasî ya çalak, beşdariyeke rastîn di biryardanê de û beşdariyeke bandordar di xîzkirina paşeroja welat de.
Ji vê perspektîvê ve, Kobanêya ku li hember terorê berxwedan li ser hebûn û rûmeta xwe kir, îro hêjayî piştevaniyeke, ku pêgeha wê nû bike û piştgiriyê bide mafê wê yê beşdariya aktîv di avakirina Sûriyeyê û xêzkirina paşeroja wê de. Ev tişt hewce dike ku roleke guncaw , li gorî qurbanî û ezmûna gelê Kobanî, ji wan re hebe û vîna berxwedanê ya ku wan nîşan daye veguhere beşdariya siyasî û civakî ya aktîv di ava kirina dewletê de, ne ku hebûna wan tenê di bîra berxwedanê û dîroka wê de sînordar bimîne.
Meclîsa Sûriya Demokratîk dibîne ku avakirina Sûriyeyeke yekbûyî ne bi wateya redkirina taybetmendiyên civakên wê ye an jî helandina wan di yek modelê de ye, lê belê pêdivî bi danpêdana cihêrengiya neteweyî, olî û çandî heye, her wiha çespandina hemwelatbûna wekhev û peydakirina garantiyên destûrî û yasayî yên ku maf û azadiyan biparêzin û beşdariya rastîn di rêveberiya karûbarên giştî de misoger bikin. Dewleta demokratîk bi dûrxistin an ferzkirina rewşa heyî naye ava kirin, lê bi hevparî, danpêdana hevbeş û belavkirina dadmendî ya desthilatan tê ava kirin, bi awayekî ku rê bide civakên herêmî karûbarên xwe bi rêve bibin û di diyarkirina paşeroja xwe de di nav çarçoveyeke neteweyî ya giştgir de beşdar bibin.
Di vê çarçoveyê de, Meclîs tekez dike, ku ji bona çareserkirina pirsên neteweyî û di serî de pirsa Kurdî û mafên gelê Kurd li Sûriyeyê, pêdivî bi nêzîkatiyeke siyasî û destûrî ya cidî heye, ku li ser bingeha diyalog, têgihiştin û danpêdana mafan ava bibe û ji çareseriyên alîgirî û rêkarên ku kokên nakokiyê çareser nakin dûr bikeve. Her wiha serkeftina guherînên heyî ne tenê bi rêkûpêkiyên rêvebirî û ewlehiyê tê pîvan, lê bi ast û karîna wan di damezrandina hevpariyeke neteweyî ya berfireh de û veguherandina têgihiştinan bo garantiyên siyasî, mafî û civakî ku baweriyê di navbera Sûriyeyiyan de xurt dike û aramiya berdewam ava dike.
Di Roja Cîhanî ya Piştevaniya bi Kobanî re, Meclîsa Sûriya Demokratîk gel, kur û keçên bajêr silav dike, her wiha şehîd û qurbaniyan bi bîr tîne û spasiya hemû hêz û gelên ku li gel wî di rûbirûbûna rêxistina terorîst a DAÎŞê de rawestiyan dike. Û tekez dike ku dilsoziya ji wê ezmûnê re tenê bi bîranîna wê temam nabe, lê belê bi çespandina nirx û qurbaniyên wê bo rastiyeke siyasî ya nû de temam dibe, ku tê de Kobanî û gelê wê bibin hevpar di ava kirina dewleteke demokratîk, pirrengî û nenavendî de, ku maf û nasnaman diparêze û rûmet û hemwelatîbûna wekhev ji hemû Sûriyeyiyan re misoger dike.
Piştevaniya ku di sala 2014an de, bi Kobanî re daku hebûna xwe biparêze rû da, divê îro ji bona ku Kobanî bikaribe pêgeha xwe ava bike û beşdarî xêzkirina paşeroja Sûriyeyê bibe nû bibe. “

