Li Dihokê, Lîna ya 15 salî ku ji qatê çaremîn ê sîsteya Gundê Frensî 2 kete xwarê, jiyana xwe ji dest da.
Şahidan diyar kirin ku Lîna ji qatên jor ket û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji Servîsa Lezgîn a Dihokê da Rojnewsê, cenazeyê Lîna ji bo otopsiyê birin Tiap Edlî ya Dihokê.
Sedema ketina Lîna hîn nehatiye tespîtkirin. Tîmên polîsan têkildarî bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.

