Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şehîd Aykût Ozmen li Stenbolê, Fahrettîn Ozkan jî li Mersînê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Antalyayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Divê statuya Birêz Ocalan fermî bibe, gavên şênber bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Di pêvajoyê de xitimîn heye, destpêkê divê ev xitimîn bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê peyama ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ayşegul Dogan: ‘Divê jin beşdarên yekser ên pêvajoya aştiyê bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di 10 mehan de 29 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê kampa perwerdeyê ya jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA’yê Roja Rojnamevaniya Suryanî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîgen Yuksekdag: Têkoşîna jinê dikare gelek tiştî biguherîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû
Jin

YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê got, "Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me û hişmendiya neteweyî bû" û soz da ku vê xeta berxwedanê û destketiyên wê biparezin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Dîrok ne tenê şahidê serdemên tarî ye, di heman demê de şahidê berxwedana ku tarîtiyê parçe jî dike ye. Kobanî, di bîra mirovahiyê de ne tenê bajarek e; ew xeta berxwedana rûmetê ye, qada ku jiyanê li ser mirinê bi ser xistiye û keleha berxwedana bêhempa ya YPJ’ê ye.

Di salên ku pêlên tarîtiyê li cîhanê rabûn û çeteyên hov xwestin mirovahiyê têk bibin, Kobanî bû cihê ku stêrka azadiyê  ji nû ve lê hilat. Li ser kolanên ku bi xwîna lehengan hatin rengînkirin, îradeya jina azad nîşan da ku tu desthilatdariya tarî nikare li hemberî daxwaza jiyana azad bisekine. Weke ku Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya fedayî bircên vî bajarî kirin stargeha ronahiyê, fermandar û hevrêyên leheng ên wekî Gêlhat, Diyar Bagok, Rêvan, Herdem, Destîna qendîl , viyan Peyman, zehra û Îvana hûvmên jî bûn sembolên vê têkoşînê. Îro jî her jineke YPJ’ê li ser wê şopa pîroz dimeşe.

Ya ku berxwedana Kobaniyê kir destaneke bêhempa, yekîtî û hişmendiya neteweyî ya gelê me bû. Di wê serdema dîrokî de Kobanî ne tenê bi qehremaniya xelkê xwe, bi helwesta bi rûmet û tevlêbûna bi coş a keç û xortên ji her çar parçeyên Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) ve bû sembola yekîtiya neteweyî. Ji Serhedê heta Botanê, ji Germiyan û Hewlêrê heta Mehabad û Sineyê, bi taybet jî piştgirî û serhildana gelên Bakurê Kurdisanê ya ku bi rojan li ser sînor dewam kirin  bi hezaran dilxwazên azadiyê sînorên xêzkirî parçe kirin û mil bi milê şervanên YPJ û YPG’ê li dijî tarîtiyê şer kirin. Ev helwest nîşan da ku dilê Kurdistanê li Kobanê bi hev re lê dide.

Di heman demê de, Kobanî bû wijdana cîhanê. Di 1’ê Mijdarê de, dema ku gelên cîhanê ji Parîsê heta Berlînê, ji New Yorkê heta Abya Yalla Tokyo heta Amed û Qamişloyê daketin qadan û gotin “Em hemû Kobanî ne”, wan nîşan da ku berxwedana Kobaniyê ne tenê ya Kurdan e, berxwedana tevahî mirovahiya azadîxwaz e. Ew piştevaniya gerdûnî bû hêza ku tarîtiya DAIŞ’ê şikand.

Weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di 1’ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanî de em careke din tekez dikin ku berxwedana Kobaniyê bingeha serkeftina gelên me û îspata yekîtiya me ya azad e. Vê destanê  nîşan da ku jinên bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” xwe bi rêxistin dikin û gelê me yê ku li çar parçeyên Kurdistanê li dora vê xetê bûye yek, dikare çarenûsa sedsalekê biguherîne.

Li ser vê bingehê, em li hemberî bîranîna hemû şehîdên xwe yên leheng ku canê xwe dan da ku em îro bi serbilindî li ser vê axê bijîn, bejna xwe ditewînin.

Soza me ji bo şehîdên me û gelê me yê welatparêz ew e ku em ê heta dawiyê xeta berxwedaniyê biparêzin, destkeftiyên vê axê mezin bikin, yekîtiya neteweyî xurttir bikin û welatê xwe ji her cure tarîtiyê re bikin qada ronahiyê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re Ji TEV-DEM û Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê daxuyaniya li ser Roja Kobanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD: Bi provokasyonê Sûriye ava nabe

QSD’ê got, “Siberoja Sûriyeyê ne li ser provokasyon û sloganên hîsterîk, lê dê li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêr Hafirê çete êrişî malan dikin

Komên çete li Dêr Hafirê êrişê dibin ser qadên sivîlan.

Ji aliyê Stêrk TV

Modernîteya kapîtalîst jiyana exlaqî averê dike

Mirov ji bo ku xwe ji vê cure jiyana ku rûmet û nirxê mirovbûnê binpê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Şehîd Aykût Ozmen li Stenbolê, Fahrettîn Ozkan jî li Mersînê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Antalyayê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji TEV-DEM û Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê daxuyaniya li ser Roja Kobanê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?