Kovara ku her sê mehan carekê tê weşandin, bi vê hejmarê gaveke girîng a din di weşana xwe de diavêje û ji xeyni Kurmancî, Tirkî û Elmanî, zimanên Îngilîzî û Soranî jî li zimanên xwe yên weşanê zêde dike.
Bi vî awayî, Pêşeng dê ji niha pê ve bi pênc zimanan, Kurmancî, Tirkî, Almanî, Îngilîzî û Soranî were weşandin. Kovar bi dirûşmeya “Heke Ne Niha Be, Kengî? Heke Ne Tu Bî, Kî?” derket.
Kovara Pêşeng, ku li ser jiyana fikrî, çandî û civakî ya ciwanên Kurd disekine, bi hejmara xwe ya Mijdarê armanc dike ku bîra dîrokî bi rastiya ku ciwanên îro dijîn re bîne cem hev. Kovar, guhertinên dîrokî û civakî yên ji Kurdistanê heta Ewropayê bi çavê ciwanan dinirxîne û dixwaze bi tecrubeyên rabirdûyê pirsgirêkên îro fam bike û li ser pêşerojê nîqaşên nû pêş bixe.
Têkiliya ciwanên Kurd ên li Ewropayê ji dayik bûne û mezin bûne bi nasnameya xwe re ava dikin, nakokiyên ku ji Kurdistanîbûna bêyî dîtina Kurdistanê derdikevin, têgihiştinên jiyanê yên di navbera nifşan de diguherin û berpirsiyariyên civakî yên ciwanan mijarên bingehîn ên nîqaşên vê hejmarê pêk tînin.
Di hejmara Mijdarê de pêşketina dîrokî ya ciwanên Kurd di çarçoveyeke berfireh de tê nirxandin. Bi taybetî tevgerên ciwanên Kurd ên ji salên 1960’an û vir ve pêş ketine, lêgerînên nasname û azadiyê yên ciwanên zanîngehê, xebatên çandî û bandora tevgerên xwendekaran li ser guhertina civakî tên nirxandin.
Beşeke girîng a hejmara nû ji rastiya civakî û çandî ya ku ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn pê re rû bi rû dimînin re hatiye veqetandin. Veguherînên ku koçberiya bi zorê, bajarîbûn û şert û mercên jiyanê yên diguherin di civaka Kurd de afirandine, bi taybetî li ser bingeha jiyana nifşên ciwan tên lêkolînkirin.
Lêgerînên nasnameyê yên ciwanên ku li Ewropayê ji dayik bûne û mezin bûne, perwerdehiya xwe û jiyana xwe ya civakî li vir didomînin, lê rabirdûya malbatên wan û rehên wan ên çandî digihîjin Kurdistanê, tên nîqaşkirin.
Bi pêşniyarên şênber ên wek meclîsên ciwanan, perwerdehiya zimanê dayikê û dîrokê, rêxistinbûna xweser a jinên ciwan, xebatên huner, wêje, çapemenî û werzîşê, hilberîna kolektîf û xebatên piştgiriyê, derfetên jiyaneke azad, demokratîk û komunal tên nîqaşkirin.
Kovara Pêşeng bi hejmara xwe ya Mijdarê armanc dike ku di navbera mîrata dîrokî ya ciwanên Kurd û rastiya îroyîn a Ewropayê de têkiliyeke xurt ava bike. Kovar, ku bi destpêkirina weşana bi pênc zimanan girseya xwe ya xwendevanan berfirehtir dike, dixwaze di navbera ciwanên ku li welatên cuda dijîn û bi zimanên cuda diaxivin de qadeke hevpar a hevdîtina fikrî û çandî ava bike.
Kovar, dema ku pirsgirêkên nasname, ziman, çand û jiyana civakî yên ku ciwan pê re rû bi rû dimînin dinirxîne, di heman demê de potansiyela ciwanan a afirandina guhertin û veguherînê jî derdixe pêş.
Bi ramana “Ciwanên ku dîroka xwe nas dikin, îroya xwe dipirsin û ji bo pêşeroja xwe berpirsiyarî hildigirin, dikarin hem bibin pêşengên jiyana xwe hem jî yên civaka xwe” hatiye amadekirin. Hejmara nû ciwanan vedixwîne ku bi rabirdûya xwe re rû bi rû bimînin, rastiya xwe fam bikin û li ser pêşerojeke hevpar bifikirin.

