Duşem, 2 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Çareseriya demokratîk, bi mîsogerkirina nasnameya Kurd a di destûra bingehîn de dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr û Stenbolê bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve diçin: Bila deriyên Îmraliyê vebin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gelek bajaran çalakiyên Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel bi girseyî çû serdana taziyeya birayên Koçer

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê doz li 2 jinên aktîvîst hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: ‘Divê jin beşdarên yekser ên pêvajoya aştiyê bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di 10 mehan de 29 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê kampa perwerdeyê ya jinan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Destana berxwedanê ya li Tişrînê hate nivîsandin: Em ji mirinê mezintir in
Rojava

Destana berxwedanê ya li Tişrînê hate nivîsandin: Em ji mirinê mezintir in

Pirtûka 'Em ji mirinê mezintir in' ya li ser Berxwedana Tirşînê, şahidiya gel, dayika û şervanên ku di mercên giran ên şer de li ber dijmin rabûn, derbasî nava rûpelên dîrokê dike. Pirtûk qala îradeya şervanên YPG-YPJ û îradeya gelê Rojava dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 19 dq.
Parvekirin

Hin gotin hene ku di bîra mirovan de dimînin û qet jê naçin. Gotin heye ku di nava xwe de gelek tiştan vedihewîne û di mejiyê mirov de gelek wateyan mezin dike. Weke gotina şahida Şoreşa Rojava Edlê û jin a berxwedêr a ji Kobanê. Gava ku di dema êrişên çeteyan ên li ser Berxwedana Tişrînê û di bin bombardûmana balafirên keşfê de berê xwe da qada şer û berxwedanê ya şervanên YPG û YPJ’ê got, “Em ji mirinê mezintir in.”

Hêz û wateya vê gotinê gelek tiştan ji me re vedibêje. Ev gotin vediguhere çîrokekê, dîrokekê û hebûnekê. Destaneke nû ya berxwedanê diafirîne ku bi hezaran çîrokên şervanên YPG û YPJ’ê, jin, mêr, ciwan, extiyar, kedkar û dayikan di nava xwe vedihewîne. Ev yek çîroka têkoşînê ya gelê berxwedêr a li dijî zilm û zordariyê ye. Mînakeke zindî ya Şerê Gel ê Şoreşgerî raxist pêş çavan.

 

Masîdar Masîro ku şahidî ji Berxwedana Tişrînê re kir, ji bo ev berxwedan û ruhê wê winda nebe, têkoşîna li wê derê, çîrokên bi kedeke kolektîf hatin nivîsandin bi navê ‘Em ji mirinê mezintir in’ veguherand pirtûkekê.

Masîdar Masîro pêvajoya nivîsandina pirtûka li ser Berxwedana Tişrînê ji ANF’ê re vegot. Masîdar Masîro destpêkê got, “Pirtûka me li ser berxwedana Tişrînê ye. Navê pirtûkê ‘Em j mirinê mezintir in’. Bêguman çîroka wî navî jî heye. Nivîsandina wê pirtûkê li ser esasê hevalên ku li wê derê li ber xwe dane. Şervanên azadiyê, gelê me di nava berxwedanê de pêşniyar kirin em berxwedana Tişrînê bikin pîrtuk, bikin belge, ji bo dema pêş ji bo dîrok û nifşê nû re bimîne. Ji bo ku zanibin ku Tişrînê çawa li ber xwe da, bi çi awayî bi ser ket, zehmetiyên berxwedanê di kîjan astê de bû. Me jî li ser vê pêşniyarê bi moral, bi hêz û kêfxweşî dest bi vî karî kir.”

Masîro diyar kir ku pirtûk bi Kurmancî hatiye amadekirin, piştre bi Tirkî hatiye wergerandin û got, “Wê bi zimanên Erebî û Îngilîzî jî bê çapkirin. Çûyîna gel ji Kobanê û Cizîrê ber bi Tişrînê, atmosfer û biryardana serketinê ya şervanên YPG û YPJ’ê kir ku ev destana Tişrînê bibe pirtûk. Nêzî 8 mehan me dest bi amadekariya 2 beşan kir. Li ser beşên leşkerî û beşên gel me deng kom kir. Bi şêniyên Kobanê re yek bi yek rûnişt, bi dayikan re axivî, piştre em hatin herêma Cizîrê û serdana beşdarên berxwedanê kir, me li wan guhdarî kir. Dûre jî dengê ku me qeyd kiribû me kir nivîs û veguherand pirtûkê.

Di pêvajoya amadekirin û nivîsandina pirtûkê de Masîro çîrokên ku bandor li wan kir vegot û got, “Tişta me dît û bandor li me kir ew bû ku şervan di serketinê de bi israr bûn. Şehîd dibûn, her roj şehîd hebû, her roj birîndar dibûn, av tine bû, xewn tine bû, lojîstîk tine bû, lê li gel vê jî bi israr bûn. Ji Sirînê lojîstîk diçe Tişrîn an jî Tebqayê. Lê balafirên keşfê li ser wesayitan digerin û îmha dikin. Miletê me mirin da ber çavên xwe û bi vî rengî çû Tişrînê. Ajokarê lojîstîkê hebû ku digot, ‘Ez zanim wê li min bixin, lê ez lojîstîkê nebim wê heval birçî bimînin. Divê xwe bigihînim hevalan. Eger min gihand, ev yek ji bo min serketin e. Eger keşfê lê da, ji xwe ez ê nikaribim xwe bigihînim’. Bûyerên bi vî rengî li pêş çavan bû ku li pêşberî wan ne mumkun bû ku bêdeng bibin. Rast, hinekan ji me şer kir, hinek di nava berxwedanê de bûn, hinek jî diviyabû ew çîrok binivîsanda. Divê mirovên me, ciwanên me bixwînin û berxwedana civaka xwe nas bikin. Pêşeng û qehremanên civaka xwe nas bikin.

Bavê Teyar bi şanoyê dihate naskirin. Di heman demê de şerker bû. Bedela deh şervanan bûy. Yadê Menîce dayikek bû, ku beriya her kesî berê xwe da qada berxwedanê Tişrînê. Hevala ku çalakiya fedaî lidarxist Ş. Nergîs hewce ye em çîroka wan nas bikin. Ev jî erkekî me ye, me jî erka xwe pêk anî. Em deyndarê wan hevalan e.”

Masîdar Masîro anî ziman ku “Hin çîrok veşartî bûn” û daxwaz û hestên dayikan bilêv kir:

“Me ji yadê Edlê re got ji me re qala Tişrînê bike; tu çawa çû, te çi dît? Dema gotina xwe xelas kir, navê deh dayikên din jî da. Got ev dayik jî tevlê me bûbûn. Em çûn cem wan. Ên ku em çûn cem wan, wan bi xwe jî navê 20 kesan da me, em çûn cem wan jî. Bi awayekî kolektîf me pirtûka nivisand. Di destê me de lîste an jî nav tine bû. Mirovên ku tevlî berxwedanê bûn, bi çavên xwe mirin dîtin, şahadet dîtin, zarokên wan di eniyê de bûn, hin hevalên me xort riha wan dirêj bû, hêviya çirûska ku di çavên wan de ev sekna şoreşgerî ev dayik jî bandor bûn. Ji ber wê pir dixwestin ku bibe çîrok, pirtûk an jî belgeyek ji bo dîrokê. Vê hestê hinekî hêz da me. Me nexwest ku valahî bikeve nav, lê ev şerê dawî ku çêbû em jî di nav kar de bûn. Lewma me navber da, ji ber ku li Rojava şer destpêkiribû. Lê me xwest ku zû wî karî xelas bikin, dem li ser derbas nebe, çiqas zûtir dîroka Berxwedana Tişrînê were nivîsandin wê cih u wateya xwe bigire. Sekna şervanan hem jî daxwaza gel, hişt ku em wê xebatê bi kêfxweşî bi rastî bi moral bû. Em bi çîrokên nû re rû hatin. Erê heval qala berxwedana Tişrînê dikin, lê hinek çîrok veşartî bûn. Ev çîrokên weşartî ji aliyê van dayikan ve hatin bilêvkirin. Şervan û dayik, gel û şoreşgerên Rojava bi hev re hev temam kirin. Ji milê şer ve, manewî ve, berxwedanê ve hev temam kirin. Di berxwedana Tişrînê de em nikarin ji hevdu qut bikin. Ji ber ku tam mînaka şerê gel ê şoreşgerî bû. Kîjan şer e, kîjan berxwedan e?  Yekem Kobanê ye, ya din jî berxwedana Tişrînê ye.”

Masîdar Masîro wiha qala rêveçûna nivîsandina pirtukê dike: “Di destpêkê em du heval bûn, ez û  heval Lezgîn bûn. Deng kom dikir, dengê hatibûn qeyît kirin ji bo min dianî. Bi Kurdî bûn, hin hevalên me jî hebûn ku bi Tirkî jî diaxivîn. Ya Erebî heval Lezgîn bi xwe nivîsand, ya Kurdî u tirkî min nivîsand. wisa me bi rengî tîm kar dikir. Çawa deng dihat me dikir nivîs, me digot ku bila ev germbûna wê hevdîtinê, wateya nivîsê bila winda nebe. Piştre ku me dinivîsand redekteya wê dikir. Em nedisekinîn, şev û roj em dixebitîn. Ji ber ku hevalan û gel dixwestin ku em wê pirtûkê zûtir xelas bikin. Mesela min li her çîrokê guhdarî kir, hevalên jin, hevalên xort, hevalên bîrîndar, gel ya ku lingê wê qut bûye, destê wê tine ye, ji çavê xwe bîrîndar bû ye; min bi wan hestên germ guhdarî kir.

Yekîneya Şehîd Viyan hêzeke xweser bû. Dema destpêkê çeteyan êrîş kirin, heval gavek jî paşve nevaêtin. Hemû ciwan bûn û li ber xwe dan. Dema ku çîroka xwe ji min re gotin, mirov digot qey ev bûyer doh qewimî ye. Bi kelecan, rehet, aram wek şoreşgerêkî pispor bû. Wan kesan gelekî bandor li me kirin. Me digot çiqas xweş e, serbilindî ye, xizmeteke bi vî rengî ji bo vî gelî û hevalan re bikin. Bi rastî jî heq dikin, însanên ku li wê derê man, biryara şehadetê, berxwedanê, serketinê dan û bi ser ketin. Em jê bawer bûn, vê baweriyê gelekî bandor li me kir. Ez hefteyekê bi nivîsandina paragrafekê re mijûl bûm, tam cihê xwe negirt.

Li ser şehadeta Bavê Teyar me digot, divê em bi rengekî welê binivîsînin ku hêjayî wî be. Bi dehan aran me çîroka wî xelas kir, dixwend, lê me nedieciband. Berxwedana Girê Siryetêlê gelekî kûr be, pir giran û serketî bû. 24 saetan obusan lê didan, balafir û keşfê lê didan, şehadet jî çêdibûn. Lê dest ji gir bernedidan. Çeteyan nikarîbûn ji pencereya xwe nêz bibe, hevalan nedihiştin. Wan ji me re digotin, em jî gelekî jê bi bandor dibûn. Me digot, gelo em ê çawa layiqî van hevalan bibin, ku çîroka wan binivîsînin.

HÊZ Û WATEYA GOTINA ‘EM JI MIRINÊ MEZINTIR IN’ YA YADÊ EDLÊ

Navê pirtûkê ‘Em ji mirinê mezintir in’ e. Yadê Edlê ji Kobanê ye. Her kes wê nas dike. Dema tu bibêje ked, dayê Edlê tê bîra mirovan. Me navê wê dikir dayika kedê. Jiyana wê hemû ked e.

Dema şerê Kobanê çêdibe, serê şervanên bîrîndar dişo, cilê wan dişo, xwarin ji bo wan tîne, birînên wan dipêçe, şehîdan radike, xwarin çêdike, 24 saet ji xwe di nava xizmeta şoreşê de bû. Dema ji Kobanê diçe Tişrînê jî nêzî Sirînê keşîf li wan dide, Yadê Edlê dibêje, ‘Em fikirîn em zanin li pêşiya me mirin heye, me xatirê xwe wisa xwestiye. Du, sê şehîd çêbûn, dibe şehîdê din ez bim, pekî emê çawa wê mirinê derbas bikin’. Bi îrade xwe, baweriya xwe kom dikin digîhijin Tişrînê, şervanên YPG û YPJ’ê dibînin, wan hembêz dike û got, ‘Ez gihiştim armancê xwe, em ji Mirinê Mezintir in! Me mirin li pey xwe hişt’. Navê pirtûkê gotina Yadê Edlê bû. Însanên ku Tişrîn li ser piya hişt, hebûna Tişrînê, îradeya gel a avê, ya axê, hişt ku li ser piya bimîne, zîndî bimîne, ev însan ji mirinê mezintir in.

Naveroka pirtûkê çîroka berxwedana Tişrînê ew e. Hevalek bi şehadeta xwe hatiye nivîsandin, bûyereke, bi xwe re meşiya ye, bi gel re meşiya ye, şervan dîtiye, şehîd dîtiye, erebeya şewitî, bêhna barutê hîs kir û jiyan kir. Tunel dîtin, hevalên bîrîndar dîtin, disa jî li ser lingê xwe bûn. Dema tu qala wan dikî, çi jiyan kiriye, ev girîng e. Me xwe kiriye şûna Yadê Edlê. Wisa me karîbû ku binîvîsînin, çîroka wê jî heye. Çîroka Şehîd Nazim û Şehîd Jiyan heye. Du hevalên me yên ragihandinê bûn. Bi rastî keda wan gelek bû, beriya ku şehîd bibin jî me hevdû dît, me qet texmîn nedikir ku şehîd bibin. Armanc, proje û xeyalên wan hebûn. Gotin em ê biçin, Tişrînê heta tûnelê destpêkê emê biçin, heya gundê Ebû Qelqel, bînayetên Mesakin, biçin. Ji ber ku li wê derê însan hene, hevalên me ne, li berxwe didin, divê em dîmenê wan bidin cîhanê ku însan li wê derê çawa jiyan dikin. Li hemberî her tiştî, li hemberî jiyan, serma, top, obûsan, çeteyan, balafirên keşifê, însanên li wê derê hemû ciwan bûn, şer dikin û li berxwe didin. Şehadeta Nazim û Jiyan pir balkêş e. Çîroka Bavê Teyar, kê digot ku wê şehîd bibe. Ev qas bi coş gel bi xwe re bir, bi girseyekê mezin, bi govend, bi tîlîlî. Yadê Menîce çîroka wê jî heye, dayikeka şehîd e. Min nas nedikir, lê çîroka wê me lê guhdar kir, me xwend, em pir bandor bûn.”

Masîdar Masîro di gotinên xwe de qala berxwedana çiyayên Kurdistanê û ruhê berxwedana Tişrînê dike:

“Berxwedana hevalên li Girê Siryetêl gelek balkêş bû. Hinek hevalên jin jî di nav de bûn, mirov divê xwe tê de bibîne. Hevalên me çawa şer koordîne dikirin, her roj agahiyên şahadetê dihat, her roj bîrîndar dihatin ber çavên wan, hewce ye mirov wan guhdar bike, bixwîne. Doktor Devrîm doktoreke jin e, çawa dibihîse li Alaya xweser Şehîd Viyan berxwedan heye, çenteyê xwe yê tenduristiyê digire û bi du hemşîreyan re diçe qada berxwedanê. Destpêkê hevalên bîrîndar li kuderê be destpêkê diçe wê derê. Li ku derê balafiran êrîş kiriba, Heval Devrîm diçû wê derê. Doktor Jiyan hevaleke enternasyonal e, çenteyê xwe digirt pişta xwe û diçû cihê kordîneyê. Heval bîrîndar bûn, çend hevalan ji şahadetê rizgar kir. Ev çîroka wan mirovan e. Ez niha nikarim hemû naveroka çîrokê bêjim. Hevaleke Jin Siyajîn heye ji Kobanê ye. Bi tenê serê xwe di arazî de dimîne, li pêş çavên wê hevalên wê şehîd dibe. Dîsa jî îradeya xwe teslîm nake, çete lê digerin nikarin bibînin. Bi awayekî profesyonel bi tenê di arazî de dimîne, çete li derdorê wê ne, ew dîsa jî dengê xwe nake. Ji ber ku armanca wê heye, armanca wê beriya ku çete xwe bigihîne hevalan ev xwe bigihînê cem hevalên xwe. Lê Siyajin piştra dibihîse ku hevalên wê yên berxwedanê, şehîd bûne. Me pir şer nedaye pêş, şoreşgerek li Tişrînê li hemberî dijmin çawa ji xwe bawer kir û şer kir, me jiyana wan nivîsand. Her du berxwedan bi hev re meşiyan, berxwedana çiya jî wisa bû, ev heval ji çiyayên Kurdistanê moral digirtin. Hin hevalan digot, em di tunelan de nikarin îdare bikin, hin hevalan jî digot, belê em dikarin, çima ma hevalên me li çiya bê av, bê xew dikarin, ew jî şoreşgerin em jî şoreşgerin. Ev berxwedan û serketin e, em ê jî li berxwe bidin û bi ser bikevin. Ruhê berxwedanê hev bandor dike.”

Masîdar Masîro ku pirtûka çîroka Berxwedana Tişrînê nivîsandiye qala nivîsandina pirtûkê û serpêhatiyên xwe yên derbas bûye dike. Masîdar Masîro diyar kir ku berê di qada çapemeniyê de gelek çîrok, bîranîn û rojnivîsên şehîdan amade kiriye, lê belê cara ewilî ye pirtûkê dinivîse û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heval Nazim gotibû, ‘Ez ê ji bo te çîrokên pir balkêş bînim. Ez ê behs bikim ku hevalan çawa li Tişrînê li berxwe da. Ez ê ji te re behsa heval Nergis bikim. Teqez ez ê ji bo pirtûkê bibim alîkar’. Heval Jiyan jî gotibû, ew ê jî bi heman rengî çîrokên hevalên jin ji bo min kom bike. Lê heval Nazim û Jiyan şehîd bûn. Vê yekê mereqeke mezin di min de afirand. Bê navber min ji xwe ev pirs dikir: ‘Gelo heval Nazim wê behsa çi çîrokan kiriba?’

Li kuderê şehîdek hebe, berxwedanek hebe me fikirî ku jiyana wan divê em binivîsin. Hevalên me jî dîtin ku em ji dil û can girêdayî vî karî ne. Ez pir ji xwendinê hez dikim. Jiyana şoreşgeran dema ez li malê jî ji bo min pir pîroz bû. Keda gelek hevalan heye. Hem gel, hem şervanên YPG û YPJ’ê hem jî saziyên Rojava her cure destek dan. Me tasarima pirtûkê amade kir. Heval Hîwda Havva pir alîkarî da me; ez ji vir spasiya wê dikim. Heval Lezgîn jî pir alîkarî da. Şahidî kom kirin, şîroveyên Erebî û roportajên Erebî wî nivîsand. Bi vî rengî xebateke kolektîf derket holê. Ji ber ku ez difikirim ku ez ne layiqî vê yekê me. Wan tişteke pîroz kirin.

Tişta ji destê me hatî, me hewl da bibin berdevkê hevalên li wir li berxwe didin. Rola me ev bû. Lê dîsa jî tiştên hatine kirin, ne têrker in. Eger kesek ji min bipirse ku ev pirtûk têrker e, ez ê bêjim, ‘NA’. Eger em 10 pirtûkên din jî li ser Berxwedana Tişrînê binivîsin, dîsa jî wê netêrker bimîne. Me gelek çîrok nîvço hiştin. Ev heval şehîd bûn û dema me çênebû. Şerê dawî jî kete navberê. Lewma me nekarî xebata xwe temam bikin. Ez bawer dikim ku eger dema pêş derfet çêbibe, em ê vê pêk bînin. Mirov dikare li ser Tişrînê beş bi beş binivîse. Berxwedana Girê Siryetêl jî bi tena serê xwe mijareke pirtûkê ye. Eger cihekî ku em lê kêm mabin, me kêmasî kiribe yan jî me heqê vê berxwedanê nedabe, em lêborînê ji xwînerên pirtûkê û hevalên xwe dixwazin. Ji ber ku ti berxwedan bi temamî nayê nivîsandin. Berxwedan ruheke zindî ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Çareseriya demokratîk, bi mîsogerkirina nasnameya Kurd a di destûra bingehîn de dibe’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberiya Xweser ji bo koçberên vedigerin maseya krîzê ava kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo koçberên ji ber êrîşên Îsraîlê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Filipînê Bahoza Tramî: 20 kesî jiyana xwe ji dest da

Li Filipînê tîmên rizgarkirinê ragihand ku di encama Bahoza Tramiyê de gelek gun di bin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tişrînê malbatek li ser şopa şehîdan

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê li Bendava Tişrînê bûne yek û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Çareseriya demokratîk, bi mîsogerkirina nasnameya Kurd a di destûra bingehîn de dibe’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şerekî dijwar li bejahiya Siwêdayê qewimî

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?