Di çarçoveya kampanya “Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re” ji 50 welatî 845 îmze hate komkirin. Piştgiriya navneteweyî ku 109 xelatgirên Nobelê jî di nav de ye, gihîşt Konseya Ewropayê. Herî dawî 620 îmzekarên ji 29 welatî nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin. Hevberdevka Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) mijar ji ANF’ê re nirxand.
Nîlufer Koç di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de işaret bi gavên aliyê Kurd kir û diyar kir ku helwesta nediyar û hêdî ya dewletê ya li ser mijara gavên şênber dewam dike. Koç destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo zelal bibe û bi bîr xist ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê ji 27’ê Sibatê û vir ve gelek pêşniyar hatin pêşkêşkirin.
Di vê çarçoveyê de destnîşan kir ku nîqaşa li ser azadiya Rêber Apo divê ne tenê bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve girêdayî bê dîtin û ragihandin, pêvajo di vê mijarê de arguman û derfeteke siyasî pêşkêş dike, lê belê mesele xwedî aliyekî hîn berfireh ê hiqûqî û siyasî ye.
Nîlufer Koç got, “Eger ev pêvajo nebûya, gelo diviyabû Rêber Apo azad nebûya? Bi dîtina min di vir de ji pêvajoyê wêdetir meseleyek heye. Ji xwe revandina wî û ragirtina wî bi rengekî neadîl a 27 salan li Îmraliyê bi serê xwe pirsgirêk e. Ragirtina lîderê gelekî, mirovekî ku ji bilî demokrasî û azadiyê tiştekî naxwaze, bi serê xwe bêedaletî ye.”
Koç bal kişand ser aliyê hiqûqî yê vê bêedaletiyê û biryara sala 2015’an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bîr xist. Koç diyar kir ku li gel salên di ser biryara DMME’yê re derbas bûne jî hîn bi cih nehatiye anîn û got, ev yek helwesteke siyasî ye. Di vê mijarê de işaret bi berpirsyariya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir û ragihand ku divê Konseya Ewropayê hiqûqa xwe bixe meriyetê û bike ku Tirkiye berpirsyariya biryarê bi cih bîne.
Hevberdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê anî ziman ku helwesta Konseya Ewropayê ya têklidarî Rêber Apo, dewamiya xeta polîtîk a berê ya nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd e û destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nakokiyên vê nêzîkatiyê hîn şênber kiriye.
Nîlufer Koç got, Komîteya Wezîran ku organa siyasî û bicihanînê ya Konseya Ewropayê ye, hîn bi têgihiştina ‘Şerê navbera Tirkiyeyê û Kurdan dewam dike’ tevdigere û diyar kir ku ev sazî ji ber ku Tirkiyeyê weke hevalbendê xwe yan jî partnerê xwe dibîne, ji aliyê bicihanîna berpirsyariyên xwe yên hiqûqî ve bêdil tevdigere.
Koç bi bîr xist ku pêvajoyeke nû ya aştiyê di rojevê de ye, Rêber Apo ji bo aştî û civaka demokratîk bangan dike û destnîşan kir ku divê Konseya Ewropayê jî van mercên nû bibîne û helwesta xwe di ber çavan re derbas bike.
Koç got, “Bi qasî ku tê dîtin, Konseya Ewropayê hîn jî di polîtîkaya xwe ya Kurd a berê de israr dike” û anî ziman ku Kurd û Tirk êdî şer nakin, lewma Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê rexne kir ku weke aliyekî sêyemîn ê ji vê nakokiyê sûdê werdigire tevdigere. Nîlufer Koç bi dewamî got, “Pirsgirêka Kurd xwedî rewşeke ji sed salî ye: Herdu dema şer dike, yê sêyemîn kêfxweş dibe. Weke ku Konseya Ewropayê hîn jî bi rola yê sêyemîn radibe. Halbûkî li Tirkiyeyê Tirk û Kurd êdî di pratîkî de di nava şerekî leşkerî de nîne. Aliyê sêyemîn çima hîn jî weke du alî şer dikin dikeve pozîsyonekê.”
Hevberdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê anî ziman ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ferz dike ku ev sazî nêzîkatiya xwe ya heta niha di ber çavan re derbas bike û diyar kir ku piştgiriya ji bo kampanya îmzeyan a navneteweyî re ahte dayin, ne tenê bi wê derdorê re sînordar e ku fikrên Rêber Apo dipejirîne. Nîlufer Koç ragihand ku di nava kesên ku îmze avêtina kampanyayê de hin mirov hene ku fikrê Rêber Apo ji aliyê îdeolojîk ve nepejirandine û destnîşan kir ku bicihneanîna biryara DMME’yê li nava van derdoran jî bûye cihê nerazîbûnê.
Bi dewamî bi bîr xist ku Konseya Ewropa û DMME di nava 40 salên dawî de li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bi gelek dosyayan re rû bi rû man û got, n e tenê Kurdan her wiha muxalîfên li Tirkiyeyê jî serî li van mekanîzmayan dan. Nîlufer Koç diyar kir ku mercê aştiyê yê niha derketiye holê berpirsyariyê dide Konseya Ewropayê û destnîşan kir ku divê Komîteya Wezîran helwesteke welê nîşan bide ku piştgiriyê bide aştiyê û bike ku biryara DMME’yê ya têkildarî Rêber Apo bi cih bê anîn.
Koç pêwîstiya bi destpêkirina qonaxeke nû ya kampanya îmzeyan a navneteweyî destnîşan kir, bal kişand ser civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ku di 1-3’ê Kanûnê de lidar bixe û got, di vê civînê de wê rewşa R3eber Apo û dosya têkildarî bicihanîna biryara DMME’yê bikeve rojevê.
Lewma jî destnîşan kir ku ev dosya li ber destê Komîteya Wezîran ji bo guhertinên qanûnî yê li Tirkiyeyê girîng e û diyar kir ku kampanyayên navneteweyî divê dewam bikin. Koç anî ziman ku ev yek divê tenê bi îmze û kampanyayên navneteweyî nemîne, li hemû parçeyên Kurdistanê divê beşên civakî xwedî li vê pêvajoyê derkevin.
Li gel girîngiya karên dîplomatîk ên DEM Partiyê yên li Parlamenta Ewropayê, Nîlufer Koç anî ziman ku beriya civîna Kanûnê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ne tenê partiyên siyasî girîng e hemû beşên civakî bikevin nava liv û tevgerê. Di vê çarçoveyê de bang li Tevgera Jinên Kurd, Yekîtiya Xwendekarên Kurd û rêxistinbûnên cuda yên civakî kir. Nîlufer Koç diyar kir ku divê bi dewamî name ji Komîteya Wezîran re bê şandin, daxwaz bi rêya e-mailê bê ragihandin û kampanyayên li ser medya dîjîtal dewam bikin. Koç got, ev hewldan ji dewamiya kampanya îmzeyan a vê hewldanê wêdetir wê bê wateya xwedîderketina civakî ya li têkoşîn û israra Rêber Apo ya ji bo aştiyê.
Hevberdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç destnîşan kir ku bicihanîna mafê hêviyê û pêkhatina azadiya fîzîkî ıya Rêber Apo wê li herêmê hêviyeke nû bi xwe re bîne û bandorê li welatên cuda yên Rojhilata Navîn bike.

