Dadgeha 1’emîn a Îdarî ya Amedê li ser projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya Zenkar-2 ku dihat xwestin li Taxa Arzoxlî ya li navçeya Sûrê ya Amedê bê çêkirin, biryara rawestandina xebatan da. Dadgehê, di biryara xwe de da zanîn ku qada projeyê herêma parastî ya arkeolojîk e û got ku rapora ÇED’ê ji aliyê arkeolojiyê ve qels e.
Pêvajoya îtirazê ya ji bo projeya Zenkar-1’ê dewam dike. Şirket, li wê herêma ku du proje digihêjin hev, di bin parastina leşkeran de xebatên xwe berdewam kirin.
Nobeta konan ku li dijî vê projeyê li taxê hatibû destpêkirin, tevî hewaya sar û baranê jî di roja 15’an de berdewam kir. Welatiyên taxê yên ku li bin konan nobet digirtin, dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Welatiyan, anî ziman ku heta şirket xebatên xwe bi temamî rawestîne, ew ê nobet û têkoşîna xwe berdewam bikin.

