Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên rojevê li Navenda Giştî ya partiyê daxuyanî da.
DARBEYA 4’Ê MIJDARÊ
Ayşegul Dogan, bi lêv kir ku ew di salvegera darbeya 4’ê Mijdara 2016’an li dijî HDP’ê de ne û wiha got: “Hevserokên me û hevalên me duh li girtîgehên Edîrne, Kandira û Sîncanê bûn. Îro jî hevalên me li ber Wezareta Dadê bûn. Aliyekî me li ber girtîgehan e û aliyekî me jî ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li benda gavên şênber in. 4’ê Mijdarê destpêka hedef girtina îradeya siyasî bû. Ji bo wê jî em weke darbeya li dijî siyasetê dibînin. Ew darbe ne tenê tasfiyekirina destkêftiyên siyasî yên gelê Kurd bûn. Di heman demê de firehkirina qada demokrasiyê ya Tirkiyeyê bû.
Birêz Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û hevalên me yên siyasetmedar bi doza kumpasê ya Kobanê 10 sal in di grtîgehê de ragirtî ne. Hevalên me divê demildest bên berdan. Hûn biryarên Dadgeha Mafê Mirovan pêk naynin. Me fêm kir. Lê çima hûn van dosyayan di îstînafê de dihêlin? Em careke din bang dikin; Divê hevalên me yek deqîqe jî di hundir de nemînin û siyasetmedar, nivîskar û rojnamevan berdin. Heta ew bê hiqûqî ji holê ranebe demokrasî pêk nayê.”
DI PÊVAJOYÊN ÇARESERIYAN DE DEM TIŞTEK JIYANÎ YE
Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan, destnîşan kir ku fikarên gel ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rojên dawî de gelek pirs li ser, pêvajo di xitîmîne de ye an na, pirsgirêk û kriz hene an na. Weke DEM Partî di roja destpêke de ji bo van ne diyariyên pêvajoyê me pêşniyar û hişyarî kirin. Niha em di merhaleyeke krîtîk de ne. Piştî qanûna çarçoveyî li benda geşedanên nû bûn. Hem burokrasiya dewletê û hem siyaset berpirsyariya wan hebû. Em jî berpirsyariya wan bi bîr dixînin. Aliyên lawaz ên pêvajoyê bi hiqûq û demokrasiyê dikare xurt bibe. Qanûna çarçoveyî tevî kêmasî û nebesiya girîng bû. Divê dev ji gotinên jiberkirî bên berdan û zimanekî nû bê bikaranîn. Ji ber pêvajo dereng tê xistin em rexneyên xwe dikin. Em jî ji hemû rexneyên erênî û ji bo pêşxistinê re amade ne û vekirîne. Di pêvajoyên çareseriyan de dem tiştek jiyanî ye. Ji bo wê divê dem neyê windakirin. Ji bo êşên nû çênebin em neçar in bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Aştiyeke mayindê berpirsyariya me hemûyan e.”
DIVÊ DESTEYÊN HATINE AVAKIRIN DEST BI XEBATAN BIKIN
Ayşegul Dogan, da zanîn ku ew li benda geşedanên nû ne û wiha pê dê çû: “Divê desteyên hatine ava kirin dest bi xebatan bikin. Komîsyona li meclîsê bên avakirin û gavên pêwîst di pêvajoyê de bên avetin. Divê komisyona meclîsê dest bi xebatan bike û hewce bike bikare qanûnan çêbike. Divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk were. Heta niha di vî warî de tu geşedaneke nû tune ye. Lê em li bendê ne di demên pêş de li ser vê yekê jî geşedaneke nû bibe. Civak jî li bendê ye. Divê sepanên qeyûman bi dawî bibin û yên hatine hilbijartin vegerin ser karê xwe. Divê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa pêk werin û ew yek di rapora komisyona meclîsê de jî hebû. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Astengiyên li pêşiya mafê xwe îfadekirin û ramanan bê rakirin û hemû kes bikare fikir û ramanên xwe bînê ziman. Ew yek dema sepanên li dijî demokrasiyê bi dawî bibin pêkan e.”
‘DIVÊ ŞERT Û MERCÊN XEBATA AZAD A BIRÊZ OCALAN BI CIH WERE’
Ayşegul Dogan, bal kişand ser nîqaşên li ser cihê nû yê Rêber Apo û ev tişt anîn ziman: “Em li bendê ne di rojên pêş de êdî amadekariyên dawî yên Desteya Aştî û Siyastê ku birêz Ocalan cih digire bi dawî bibe. Divê êdî ew deste bi awayekî çalak dest bi xebatan bike. Piştî xebatên desteyê jî divê hemû alî berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Em derbasbûna cihê nû di girtîgehê de yê birêz Ocalan erênî dibînin lê têr nake. Divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan bi cih were. Divê di rojên pêş de rojnamevan û hemû beşên civakê bikarin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Jixwe qanûna çarçoveyî vê derfetê dide. Divê êdî ew yek neyê dereng xistin. Divê derfetên raste rast hevdîtinên bi birêz Ocalan re pêk were.”
ÇALAKIYA DAYIKÊN AŞTIYÊ
Ayşegul Dogan, derbarê çalakiya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê de jî bi lêv kir ku Dayikên Aştiyê dixwazin gavên şênber bên avetin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew ne nobeta destpêke ya dayikan bû, lê dixwazin bibe nobeta dawî û êdî aştî pêk were. Me bi dayikan re serdana partiyên siyasî, Wezareta Dadê û Serokê Meclîsê kir. Dayik dixwazin êdî tu dayik negirîn û aştî pêk were. Dayik bang li dayikên leşker û polîsan dikin ku ew jî destê xwe bidin destê dayikan û bi hev re daxwaza aştiyê bikin. Divê em dengê dayikan bibihîsin. Partiyên Siyasî, Wezîrê Dadê û Serokê Meclîsê bi erênî dayik pêşwazî kirin û daxwazên wan nîşe girtin.”

