Ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îzedîn Cemîl Şabî ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ve merasîmeke veşartinê hate lidarxistin. Şehîd Îzedîn Şabî 6’ê Mijdarê şehîd bûbû.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Hemîd axivî û got ew ê her tim bi şehîdan re dilsoz bin û rêya wan bişopînin.
Her wiha Mela Yûsif Ehmed bi navê Weqfa Olî axivî û got kesên ji bo welat, xak û rûmeta xwe şehîd dibe û rûmetdar e.
Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrikê Esed Şawîş jî axivî û got ew ê xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin. Şehîd Izedîn Şadî bi doza xwe re dilsoz bû û bi karê xwe ve girêdayî bû.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya Şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Piştre şehîd Izedîn Şabî bi dirûşma “Şehîd Namirin” spartin axê.

