Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan ku ji sala 1999’an û vir ve di demên cuda de tê lidarxistin, îsal bi bernameya xwe hem sînemeya Kurd li qada navneteweyî bêhtir nîşan da, hem jî têkoşîna civakî û hişê çandî yê Kurdan bi fîlman raxist pêş çavan.
Festîvala li Votivkinoyê pêk hat, bi hevkariya Meclîsa Civaka Kurd a Awûstûryayê (FEYKOM) û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) hate lidarxistin. Di festîvalê de fîlmên kurt, dirêj û belgesel hate nîşandan.
Festîvalê bi belgesela “To My Sisters” destpê kir ku qala têkoşîna azadiyê û mafên jinan dikir. Di roja duyemîn a festîvalê de belgesela The Memory of Sur dewaam kir.
Rojên În û Şemiyê jî fîlmên Xezîne, Rojava Rûmeta Meye, Habā, Arzela from Amed, Heval Birako, Dengê Kilîtan – Voices and Locks, The Manuscript, Rootless Resident û Dimilî: Ewro Tirkî Yasax hate nîşandan. Bi derhêner û fîlmçêkeran re jî hevpeyvîn hate kirin.
Di dawiya festîvalê de belgesela Mugarik Gabe-No Boders hate nîşandan. Festîval bi nîşandana belgesela li ser jiyan û karê sînemayê yê Yilmaz Guney bi dawî bû.

