Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şemzînanê, bi wesîleya salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut a di 9’ê Mijdara 2005’an de li pêşiya bînaya navçeyê ya DEM Partiyê daxuyaniyek da. Rêxistinên civakî yên li navçeyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Teksta daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DBP’ê yê Navçeyê Senar Dûyan ve hate xwendin û Senar Dûyan da zanîn ku êrîş, ne êrîşeke cuda ye û di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de têkiliyên tarî yên di nava dewletê de û avaniyên derqanûnî ji nû ve anîye rojevê.
Senar Dûyan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku zîhniyeta ku nasname, ziman, çand û daxwazên azadiyê yên demokratîk ên gelê Kurd weke gefeke ewlehiyê dibîne, bi salan ji polîtîkayên înkar, bişaftin, zext û tundiyê re zemîn amade kiriye û got ku ev sepan bûne sedem ku di bîra civakê de birînên mezin çêbibin.
Senar Dûyan piştre anî ziman ku ji bo Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk pêş bikeve divê li gel bûyerên tarî ên beriya niha rûbirûbûnek pêk were û banga eşkerekirina heqîqetê û bidawîkirina polîtîkayên bêcezahiştinê kir.
Senar Dûyan di dawiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Ji bo pêşketina Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk divê li gel rûpelên tarî yên pêşerojê rûbirûbûnek pêk were, heqîqet werin eşkerekirin û dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê were. Em dizanin ku aşitî ne bi jibîrkirina paşerojê; bi rûbirûbûna li gel êşên berê, eşkerekirina heqîqetê û dabînkirina heqîqetê pêkan e. Eşkerekirina bûyerên 9’ê Mijdarê yên li Şemzînanê, bes ne berpirsiyariya gelê Şemzînanê ye di heman demê de berpirsiyariya hevpar a hemû kesan e ku parastina pêşerojeke demokratîk û adil dikin.’’

